Destpêk 12
12
Xwedê gazî Avramê Pêxember dike
1 #
Karên Şandiyan 7:2-3; Îbranî 11:8 Xudan ji Avram#12:1 Navê Îbrahîmê Pêxember ê berî Avram bû. Binêre: Destpêk 17:5 re got: “Dev ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji mala bavê xwe berde û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim.
2“Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim.
Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê.
3 #
Destpêk 22:18; 26:4; 28:14; Karên Şandiyan 3:25; Galatî 3:8 Kesên te pîroz bikin, ezê jî wan pîroz bikim.
Kesê ku nifiran li te bike, ezê naletê lê bînim.
Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîroz bibin.”
4Çawa ku Xudan jê re gotibû, Avram bi rê ket. Lût jî pê re çû. Gava Avram ji Heranê derket, heftê û pênc salî bû. 5Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, civandin û çûn welatê Kenanê.
Gava gihîşt Kenanê, 6Avram li welêt geriya û heta ber darmaziya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan. 7#Karên Şandiyan 7:5; Galatî 3:16Xudan li Avram xuya bû û got: “Ezê vî welatî bidim ziriyeta te.” Avram li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir ku lê xuya bû.
8Avram ji wir derbasî herêma çiyayî bû ku dikeve rojhilatê bajarê Bêt-Êlê. Li wir konê xwe veda. Li rojavayê wir bajarê Bêt-Êlê, li rojhilatê wir jî bajarê Ayê hebû. Wî li wir gorîgehek çêkir û bi navê Xudan gazî kir. 9Avram gav bi gav ber bi Negeva başûr ve diçû.
Avramê Pêxember diçe Misrê
10Xelayeke giran li welêt rabû. Avram ji bo demekê çû Misrê ku bi xerîbî bimîne. 11Gava nêzîkî Misrê bûn, wî ji Seraya jina xwe re got: “Ez dizanim ku tu jineke xweşik î. 12Dibe ku Misrî te bibînin û bêjin: ‘Ev jina wî ye.’ Wê min bikujin û te sax bihêlin. 13#Destpêk 20:2; 26:7Loma bêje: ‘Ez xwişka wî me’ ku ji bo xatirê te bi min qencî bikin û min sax bihêlin.”
14Gava Avram ket Misrê, Misriyan dît ku jina wî pir xweşik e. 15Karmendên Firewn jinik dît û pesnê wê ji Firewn re da. Li ser vê yekê jinik birin qesrê. 16Ji bo xatirê Serayê Firewn qencî bi Avram kir. Pez, dewar, kerên nêr û mê, deve, xulam û xadim dan wî.
17Lê Xudan ji rûyê Seraya jina Avram ve êşên giran anîn serê Firewn û maliyên wî. 18Firewn gazî Avram kir û got: “Ev çi ye te anî serê min? Te çima negot: ‘Ew jina min e’? 19Çima te got: ‘Ev xwişka min e’? Min jî ew ji xwe re anî? Jina xwe bibe û here!” 20Piştre Firewn ji bo Avram emir da mirovên xwe. Wan ew û jina wî bi hebûna wan ve şandin.
Tans Gekies:
Destpêk 12: KURNT
Kleurmerk
Deel
Kopieer
Wil jy jou kleurmerke oor al jou toestelle gestoor hê? Teken in of teken aan
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.