1
Kʼarêd Şandîya 2:38
Peymana Nû (Încîl)
Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.
Compare
Explore Kʼarêd Şandîya 2:38
2
Kʼarêd Şandîya 2:42
Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:42
3
Kʼarêd Şandîya 2:4
Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:4
4
Kʼarêd Şandîya 2:2-4
Nişkêva ji eʼzmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat û tʼemamîya wê mala ku têda rʼûniştibûn tʼijî kir. Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:2-4
5
Kʼarêd Şandîya 2:46-47
Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin, şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:46-47
6
Kʼarêd Şandîya 2:17
‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:17
7
Kʼarêd Şandîya 2:44-45
Hʼemû bawermend hevrʼa bûn û her tiştêd wan yek bû. Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:44-45
8
Kʼarêd Şandîya 2:21
Û wê usa be, her kesê ku gazî navê Xudan ke wê xilaz be›.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:21
9
Kʼarêd Şandîya 2:20
Rʼoyê biqare û hîvê jî sor be mîna xûnê, hê berî hatina Rʼoja Xudane mezin û nave nîşan.
Explore Kʼarêd Şandîya 2:20
Home
Bible
Plans
Videos