Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê kʼê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?» Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî ye, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne eʼyankirinê.