Serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya civîyan û şêwirîn. Paşê wana gelek pʼere dane nobedara û gotin: «Bêjin: ‹Çaxê em xewêda bûn, şagirtêd Wî hatin Ew dizîn›. Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî rʼazî kin û we bêxem kin». Wana jî pʼere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada hʼeta rʼoja îro bela bûye.