Methelokên 10
10
Bir 10
Methelokên Hezretê Silêman.
1Kurikekî hişyar şabûniya bavê xwe, lê lawikekî sersem kedera dilê deya xwe ye.
2Xezîneyên xirabiyê bikêr na yên, lê edalet ji mirinê xelas dike.
3Xwedê bernade ko canê pakdilekî ji birçîtiyê biêşe, lê çavtengiya timakaran vedigerîne ve.
4Destê sist belengaz dike; lê destê xebatkeran dewlemendiyê tîne.
5Yê ko havînê kom dike şehreza ye: lê yê ko di dema bênderan de radikeve rûyê bavê xwe reş dike.
6Li ser serê dilpakan bereket heye; lê zorkerî rûyê xwediyê xwe wê reş bike.
7Navê dilpakan bi xêr têne gotin; lê navê peyayên xirab dirizin.
8Yê ko ji dil hişyar e, bi ya pendan dike; lê yê ko bi lêvên xwe ni kare wê bikeve perîşaniyê.
9Yê ko rast dimeşe bi ewleyî diçe; lê yê ko dide ser reya xwar tête nas kirin.
10Yê ke çavan dişkînîne û bi çavan dileyize dibe sebeba xirabiyê; lê yê ko bi lêvên xwe ni kare wê bikeve perîşaniyê.
11Devê adilan kaniya jiyînê ye, lê zorkeri rûyê xwediyê xwe wê reş bike.
12Kîn nav di pevçûnê dide; lê qencî hemî sûçan vedişêre.
13Eqilmendî li ser lêvên peyayên bijîr peyda dibe; lê ço ji bona pişta mirovên bêxeyr e
14Eqilmend zanînê kom dikin; lê devê sefîhan dikevin helaketê.
15Malê dewlemendan kelatê wan e; û perîşaniya feqîran, ji belengaziya wan e.
16Malê pakdilan ji bona debara jiyînê ye; û yê xiraban ji bona kirina gunehan.
17Yê ko bi ya pendan dike xwe dide reya jiyînê; lê yê ko guhnade tenbîhan, reya xwe şaş dike.
18Lêvên derewîn kînê vedişêrin û yê ko paşgotiniyê dike sersemek e.
19Li cihê ko pir gotin heye, tê de guneh jî heye; lê yê ko lêvên xwe digire şehreza ye
20Zimanê dilpakan zîvekî bijarte ye; lê dilê bêkêran kêmeyar e.
21Gotinên eqilmendan rêber ya zehf mirovan dikin; û bodile ji tunebûna eqlan dimirin.
22Rehma Xwedê bê renc û zehmet dewlemend dike
23Ji bona bêhişekî xirabî kirin, weke leyistokek e; lê tevdîra mirovan eqilmendî ye.
24Tiştê ko mirovê xerab jê ditirse tê serê wî; û tiştên ko mirovên dilpak dixwazin dikeve destê wan.
25Mîna bablîsokekê mirovê xerab jî dibore, winda dibe; lêbelê hîmên pakdilan payedar in
26Herwekî sihik li dirana û dû li çavan dike; qasidê tiral jî li peyayê ko ew rêkiriye dike.
27Tirsa Xwedê rojên jiyînê bêtir dikin; lê salên mirovên xerab têne kurttir kirin.
28Hêviya dilpakan wê bibe şabûniyek; lê ya mirovên xerab tu ber na de.
29Reya Xwedê ji bona dilpakan asêgehek e; lê ji bona paleyên fesadiyê helaketek.
30Peyê dilpakan li kevirekî jî ne keve; lê mirovên xerab li welêt na mînin.
31Devê dilpakan şehrezayiyê belav dikin, lê zimanê mirovê xwar dê bête birîn.
32Lêvên dilpakan hêja çi ye nas dikin; lê yên mirovên xerab têrfesadî ne.
Currently Selected:
Methelokên 10: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: