Methelokên 13
13
Bir 13
1Kurikekî hişyar guhdide pendên bave xwe; lê yê tevizker guh na de tekdîran.
2Ji gotinên deyê xwe ên rind mirov qenciyê dibîne; lê çayê nerindan di xirabiyê de ye.
3Yê ko bala xwe dide gotinên devê xwe, pê canê xwe diparêze, lê para devtejî u gotinlezan helaket e.
4Mirovê tiral ji xwe re daxwazan dike, lê destvala ye, lê mirovê xebatker wê têr bibe.
5Pakdil ji gotinên derewîn dinefirin; mirovên xirab xwe pê pîs dikin û şermisar dibin.
6Pakdilî bêsûçan diparêze; lê xirabî gunehkaran perîşan dike.
7Hin belengaziya xwe de, dewlemend in; û hin dewlemendiya xwe de, belengaz in.
8Mirov bi dewlemendiya xwe dikare canê xwe xelas bike; lê mirovê belengaz guh na de tekdîran.
9Çiraya pakdilan bi şewq ronî dide; lê fanûsê mirovên xerab ditemire.
10Di nav nefismezinan de her xirûcir e; lêbelê eqilmendî para yên e ko guh didin şîretan.
11Malê bê rê komkirî her wê kêmtir bibe; lê karê xebatê hin bi hin bêtir dibe.
12Bi hêviya ko na çe serî û bi şûnda dimîne dil têşe; lê ko tiştê dilxwestî kete dest; ev dareke jiyînê ye.
13Yê ko guh na de gotinan xwe davêje xirabiyê; lê yê ko qedrê pendan digire qenciyê dibîne.
14Dersa eqilmendan kaniyeke jiyînê ye; û mirov xwe pê ji kemînên mirinê xelas dike.
15Hişeke şehreza xwediyê xwe çeleng dike; lê reya peyayên bêbext asê ye.
16Mirovekî bîrewer her tiştî bi tedbîr çêdike; lê peyayên bêhiş bêeqliya xwe pêş xelkê dikin.
17Qasidekî xerab dikeve perîşaniyê; lê yê çak dermana tîne.
18Yê ko guh na de şîretan para wî belengazî û perîşanî ye; û yê ko bala xwe dide ders û tekdîran digehe serbilindahiyê.
19Dilxwaza çêbuyî li dil şîrîn e; lê ji xerabiyê dûrçûn bêhişan diqehirîne.
20Yê ko diçe ba eqilmendan dibe eqilmend; lê yê ko hevaltiya dînan dike dikeve perîşaniyê.
21Helaket dide pey gunehkaran; lê bextiyari wê; bibe para pakdilan.
22Mirovê çak mîratê dihêle law û neviyên xwe; lê dewlemendiya guneh karand ê bibin para ciwanmêran.
23Zeviyên belengazan dibin têr zad û dexl; lê hin, ji ber emelên xwe ên neheq perîşan dibin.
24Yê ko kurê xwe na êşîne wî na hebîne; yê ko dixwaze lawê xwe bikenîne wî diêşîne.
25Dilpak ev e ko çavê wî têr dibe; zikê peyayên xirab têrbûn çi ye nas na ke.
Currently Selected:
Methelokên 13: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: