Methelokên 15
15
1Bi bersîveke nerm erin disekine; lê bi gotineke hişk xeyid germtir dibe.
2Zimanê eqilmendiyê şîrîniyê dide zanînê; lê devê ehmeqan dînîtiyê belav dikin.
3Çavê Xwedê li her derî ye, û Ew li mirovên qenc û neqenc dinêre.
4Zimanekî şîrîn dara jiyînê ye; lê zimanê derewîn êşa dila ye.
5Bodile rêz û rêzikên bavê xwe kêmî xwe dibîne; lê yê ko guh dide pend û tekdîran, wê bîrewer bibe.
6Di mala dilpakan de boşiyeke mezin heye; lê karê neçeyan têr zehmet e.
7Lêvên eqilmendan zanînê belav dikin; lê dilê dînokan nerast e.
8Xwedê ji qurbana nerindan dikerihe; lê hêviya dilpakan li ber dilê Wî şirîn in.
9Xwedê ji reya neçeyan dikerihe; lê hejî mirovan dike yên ko didin ser reya rastî û edaletê.
10Yê ko ji rê derdikeve bi xurtî tête êşandin; lê yê ko pê qail na bin divê bimirin;
11Û ne dilê mirovan; lêbelê dojeh û kortala mirinê jê re vekirî ne.
12Tevzaker ji pend û tekdîran direve û nîzingî eqilmendan na be.
13Bi dilekî şa rû ronak dibe; lê gava dil hiznî ye can dişkê.
14Dilekî hişyar li zanînê digere; lê devê serseman ji bêeqliyê hez dikin.
15Hemî rojên bextreşekî ne baş in; lê dilekî razî dewleteke payedar e.
16Hindik, lê bi tirsa Xwedê; çêtir e ji xezîneyeke bi teq û req a mezin.
17Çêtir e xwarina firaxeke giya bi dilpakî ji ya gayakî qelew, bi dexs û dilreşî.
18Erno, rê dide pevçûnê; lê yê hêdixezeb xelkê li hev tîne.
19Reya tiralan têr stirî ye; lê yê dilpakan rast û biservehatî ye.
20Kurikekî aqil şahiya dilê bavê xwe ye; û mirovekî nekes rûreşiya deya xwe ye.
21Dînîtî ji bona ehmeqan şabûniyek e; lê mirovekî eqilmend dide ser reya rastiyê.
22Li cihê ko şîret nî ne qesd û daxwaz pûç dibin; lê ko şîretker lê ne; qesd û dilxwaz diçin serî.
23Bersîveke xweş xwediyê xwe şa dike; û bi çi qasî hêja ye gotina ko di reya xwe de hatiye gotin.
24Ji bona eqilmendan reya jiyînê ber bi jor ve diçe; û ew pê ji erdê mirinê yê ko li jêr e, têne veqetandin.
25Xwedê mala nefismezinan dê hilweşîne; lê sînorên jinebiyan qaim dike.
26Xwedê ji fikr û ramanên xirab dikerihe; lê gotinên pak û delal jê re xweş tên.
27Çavbirçî mala xwe têxe teşxelan, lê yê ko ji diyariyan hez na ke; ew ê berxurdar bibe.
28Dilê bîreweran dide eqlê xwe, çi divê bêje; lê devê nekesan xirabiyê belav dikin.
29Xwedê dûrî nekesan dibe; lê guh dide dirût û diayê camêran.
30Bi tiştê ko çav diecibîne dil şa dibe: û bi xebereke xweş hestî zexim dibin.
31Yê ko guh dide tenbî û tekdîrên jiyînê, di nav eqilmendan de wê rûne.
32Yê ko guh na de pend û tekdîrên jiyînê: xwîniyê canê xwe ye; lê yê ko bala xwe dide wan dibe zêrek.
33Tirsa Xwedê hînî eqilmendiyê dike; û pey nefispiçûkabiyê mezinabî tê.
Currently Selected:
Methelokên 15: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: