YouVersion Logo
Search Icon

Derketin 1

1
Li Misrê koletiya gelê Îsraêl
1 # Destpêk 46:8-27 Navên kurên Îsraêl ên ku bi malbatên xwe re bi Aqûb re çûbûn Misrê ev in: 2Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda, 3Îssexar, Zevûlon, Binyamîn, 4Dan, Neftelî, Gad û Aşêr. 5Kesên ku ji ziriyeta Aqûb dihatin li ser hev heftê kes bûn. Ûsiv ji xwe li Misrê bû.
6Bi demê re Ûsiv, hemû birayên wî û tevahiya wî nifşî mirin. 7#Karên Şandiyan 7:17Lê gelê Îsraêl berdar û belav bû. Ew li hev zêde bûn û her ku çû xurt bûn. Welat bi wan tije bû.
8 # Karên Şandiyan 7:18 Paşê li Misrê padîşahekî nû rabû ku haya wî ji Ûsiv tunebû. 9Wî ji gelê xwe re got: “Va ye gelê Îsraêl ji me mezintir û hêzdartir e. 10#Karên Şandiyan 7:19Werin em li dijî wan biaqil bin, an na wê zêdetir bibin. Heke şerek derkeve, wê bi dijminên me re bibin yek, li dijî me şer bikin û ji vî welatî derkevin herin.”
11Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn. 12Lê çiqas eziyet li wan hat kirin, ew bêtir zêde û belav bûn. Ji ber vê yekê Misrî ji gelê Îsraêl ditirsiyan. 13Misrî bi darê zorê gelê Îsraêl dan xebatê. 14Wan bi karên giran ên xerc û kelpîçan û hemû karên cotkarî, jiyan li wan kirin jehr. Di hemû karên xwe de bi darê zorê ew dan xebatê.
15Padîşahê Misrê ji pîrikên Îbranî yên bi navên Şîfra û Pûayê re wiha got: 16“Gava hûn ji jinên Îbranî re pîriktiyê bikin û jina li ser textê zarokanînê bibînin wisa bikin: Heke kur be bikujin, lê keç be dest nedinê.” 17Lê pîrik ji Xwedê ditirsiyan, wan li gorî emrê Padîşahê Misrê nekir. Zarokên kur sax hiştin. 18Padîşahê Misrê gazî pîrikan kir û ji wan re got: “We çima wisa kir? Çima zarokên kur sax hiştin?”
19Pîrikan ji Firewn re got: “Jinên Îbraniyan ne wekî jinên Misriyan in. Ew gelekî xurt in û hê beriya pîrik bên, zarokan tînin.”
20Xwedê qencî bi pîrikan kir. Her ku çû gel zêde û xurt bû. 21Ji ber ku pîrik ji Xwedê ditirsiyan, Xwedê ew kirin xweyî mal û malbat.
22 # Karên Şandiyan 7:19 Li ser vê yekê Firewn ferman da tevahiya gelê xwe û got: “Her zarokê kur ê Îsraêlî gava çêbû bavêjin Çemê Nîlê lê keçikan sax bihêlin.”

Currently Selected:

Derketin 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in