YouVersion Logo
Search Icon

Derketin 3

3
Xwedê gazî Mûsa dike
1 # Karên Şandiyan 7:30-34 Mûsa şivantiya pezê xezûrê xwe Yîtroyê Kahinê Mîdyanî dikir. Wî kerî ajot pişt beriyê û gihîşt Horêva Çiyayê Xwedê. 2Milyaketê Xudan, bi pêta êgir ji nav deviyekê lê xuya bû. Mûsa dît ku agirek hebû lê devî neşewite. 3Mûsa got: “Ka ez herim, li vê ecêbê binêrim çima agirek heye û devî naşewite?”
4Gava Xudan dît ew ji bo dîtinê hat, Xwedê ji nav deviyê gazî wî kir û got: “Mûsa, Mûsa!”
Wî got: “Keremke ezbenî!”
5 # Yêşû 5:15 Xwedê got: “Zêde nêzîk nebe. Çaroxên xwe ji piyên xwe derxe. Çimkî cihê ku tu pê lê dikî, erdê pîroz e. 6#Derketin 3:15; Metta 22:32; Marqos 12:26; Lûqa 20:37; Karên Şandiyan 3:13; 7:32Ez Xwedayê bavê te, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.” Mûsa rûyê xwe nixamt, çimkî ew ditirsiya ku li Xwedê binêre.
7Xudan got: “Min tengasiya gelê xwe ya li Misrê ji nêzîk ve dît û hewara suxrevanan a ji destê serkaran bihîst. Ez bi êşa wan dizanim. 8Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike. 9Hewara gelê Îsraêl gihîşt ba min û min tengasiya ku Misriyan da wan, dît. 10Niha were, ez te bişînim ba Firewn ku gelê xwe Îsraêliyan ji destê Misriyan derxim.”
11Mûsa ji Xwedê re got: “Ez kî me ku herim ba Firewn û gelê Îsraêl ji Misrê derxim?”
12Xwedê got: “Ezê bi te re bim. Nîşana ku ez te dişînim wê ev be: Gava te gel ji Misrê derxist, hûnê li vî çiyayî xulamiya min bikin.”
13 # Derketin 6:2-3 Mûsa ji Xwedê re got: “Gava ez herim ba gelê Îsraêl û ji wan re bêjim: ‘Xwedayê bav û kalên we ez şandim’ û ew ji min re bêjin: ‘Navê wî çi ye?’ wê gavê ezê ji wan re çi bêjim?”
14 # Yûhenna 8:24, 28, 58; Peyxam 1:4, 8 Xwedê ji Mûsa re got: “EZ EZ IM. Tê ji gelê Îsraêl re bêjî, ‘EZ IM’ ez şandim ba we.”
15 # Metta 22:32; Marqos 12:26; Lûqa 20:37; Karên Şandiyan 3:13 Xwedê ji Mûsa re got: “Tê ji gelê Îsraêl re wiha bêjî: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Yahwe#3:15 Nivîsa Masoriyan: YHWH ango Yahwe. Jixwe bi piranî di vê wergerê de peyv wekî Xudan hatiye wergerandin. Bingeha peyva YHWH û EZ IM yek e. Binêre: 3:14, 18 ez şandim ba we.’ Navê min her û her ev e. Nifş bi nifş ezê wiha bêm bibîranîn. 16Niha here û hemû rîspiyên gelê Îsraêl bicivîne û ji wan re bêje: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Îshaq û Aqûb Yahwe li min xuya bû û wiha got: Ji nêzîk ve bala min li ser we ye û min a ku li Misrê bi we kirin dît. 17Min soz da, ezê we ji tengasiya Misrê rizgar bikim û we derînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan ê ku şîr û hingiv jê diherike.’
18“Wê rîspiyên gelê Îsraêl guhdariya dengê te bikin û hûnê bi hev re herin ba Padîşahê Misrê û bêjin: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan rastî me hat. Niha destûr bide me, ji bo ku em ji Xwedayê xwe Xudan re qurban serjê bikin, em sê rojan di beriyê de rêve herin.’ 19Lê ez dizanim, heta ku ji aliyê destekî hêzdar ve neyê zorkirin, wê Padîşahê Misrê destûr nede we ku hûn herin. 20Ezê destê xwe dirêj bikim û bi kirina hemû karên nedîtî, li Misriyan bixim. Wî çaxî wê Firewn we berde.
21 # Derketin 12:35-36 “Ezê bikim ku Misrî bi vî gelî re keremdar bin. Herwiha gava hûn herin, wê destên we vala nemîne. 22Wê her jin ji cîrana xwe yan ji mêvana xwe tiştên zêr û zîv û cilûbergan bixwaze. Hûnê kur û keçên xwe bi wan bixemilînin. Bi vî awayî hûnê Misriyan talan bikin.”

Currently Selected:

Derketin 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in