Destpêk 11
11
Birca Babîlê
1Di destpêkê de zimanê mirovên tevahiya dinyayê yek bû û wekî hev dipeyivîn. 2Gava ber bi rojhilat ve koç kir, wan li welatê Şînarê deştek dît û li wir bi cih bûn.
3Wan ji hev re got: “Werin em kelpîçan çêkin û baş bipêjin.” Di cihê keviran de kelpîç û di cihê xercê de jî ziftê bi kar anîn. 4Piştre got: “Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke bigihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya rûyê erdê belav nebin.”
5Xudan daket jêr, ji bo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne. 6Xudan got: “Va ye, ew yek milet in. Zimanê wan hemûyan yek e û ev bi tenê destpêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku pîlan bikin ji wan re nabe zehmet. 7Werin, em dakevin jêr, zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.” 8Îcar Xudan ew ji wir li ser tevahiya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda. 9Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl#11:9 Babîl peyva tevliheviyê tîne bîrê.” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir ew bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.
Ji Samê Pêxember heta Îbrahîmê Pêxember
(Dîrok I, 1:24-27)
10Qeyda ziriyeta Sam: Du sal piştî tofanê, gava Sam sed salî bû, kurê wî Arpexşad çêbû. 11Piştî ku Sam bû bavê Arpexşad, ew pênc sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
12Gava Arpexşad sî û pênc salî bû, kurê wî Şelah çêbû. 13Piştî ku Arpexşad bû bavê Şelah, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
14Gava Şelah sî salî bû, Êverê kurê wî çêbû. 15Piştî ku Şelah bû bavê Êver, ew çar sed û sê salên din ma û bû bavê kur û keçan.
16Gava Êver sî û çar salî bû, kurê wî Pêlêg çêbû. 17Piştî ku Êver bû bavê Pêlêg, ew çar sed û sî salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
18Gava Pêlêg sî salî bû, kurê wî Reû çêbû. 19Piştî ku Pêlêg bû bavê Reû, ew du sed û neh salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
20Gava Reû sî û du salî bû, kurê wî Serûg çêbû. 21Piştî ku Reû bû bavê Serûg, ew du sed û heft salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
22Gava Serûg sî salî bû, kurê wî Nahor çêbû. 23Piştî ku Serûg bû bavê Nahor, ew du sed salên din ma û bû bavê kur û keçên din.
24Gava Nahor bîst û neh salî bû, kurê wî Têrah çêbû. 25Piştî Nahor bû bavê Têrah, ew sed û nozdeh salên din ma û bû bavê kur û keçan.
26Têrah di heftê saliya xwe de bû bavê Avram#11:26 Navê Îbrahîmê Pêxember ê berî Avram bû. Binêre: Destpêk 17:5, Nahor û Heran.
Ziriyeta Têrahê bavê Îbrahîmê Pêxember
27Qeyda ziriyeta Têrah ev e: Têrah bû bavê Avram, Nahor û Heran. Heran bû bavê Lût. 28Heran, gava bavê wî Têrah sax bû, li bajarê Ûra Kildaniyan ku lê çêbûbû, mir. 29Avram û Nahor zewicîn. Navê jina Avram Seray û navê jina Nahor jî Mîlka bû. Mîlka û Yîska keçên Heran bûn. 30Seray kordunde bû, zarokên wê tunebûn.
31Têrah malbata xwe hilda, ji Ûra Kildaniyan derket û berê xwe da riya welatê Kenanê. Pê re kurê wî Avram, bûka wî Seraya jina Avram, neviyê wî Lûtê kurê Heran hebû. Ew gihîştin Heranê û li wir bi cih bûn. 32Têrah du sed û pênc sal kir û li Heranê mir.
Currently Selected:
Destpêk 11: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

: