Destpêk 34
34
Dînaya keça Aqûbê Pêxember û Şexemê kurê Hamor
1Dînaya keça Aqûb a ji Lêayê, rojekê derket ku jinên herêmê ziyaret bike. 2Çaxê Şexemê kurê Hamorê Hîwiyê mîrê herêmê ew dît, girt bi zorê pê re raza û nizim kir. 3Dilê wî ket keça Aqûb, wî ji wê hez kir û bi dilovanî pê re peyivî. 4Şexem ji bavê xwe Hamor re got: “Vê keçikê ji min re bixwaze.”
5Çaxê Aqûb bihîst ku keça wî Dîna hatiye qirêjkirin, kurên wî li çolê li ber pezê wî bûn. Heta ku ew hatin mal, Aqûb dengê xwe dernexist.
6Hamorê bavê Şexem ji bo ku bi Aqûb re bipeyive çû ba wî. 7Di vê navberê de kurên Aqûb ji çolê vedigeriyan. Gava wan ev yek bihîst, gelek dilêş û hêrs bûn. Çimkî Şexem bi keça Aqûb re razabû û li welatê Îsraêl kirêtî kiribû. Divê ev yek qet nehata kirin.
8Lê Hamor ji wan re got: “Dilê kurê min Şexem ketiye keça we. Ji kerema xwe wê bidin wî. 9Em bibin merivên hev. Keçên xwe bidin me û keçên me ji xwe re bibin. 10Hûn dikarin di nav me de bijîn, welat li ber we ye. Tê de rûnin, bazirganiyê bikin û bibin xweyî mal û milk.”
11Şexem ji bav û birayên Dînayê re got: “Bila dilê we bi min xweş be, hûn çi bixwazin ezê bidim we. 12Hûn çiqas qelen û diyarî bixwazin ezê bidim. Tenê keçikê bidin min.”
13Ji ber ku Dînaya xwişka wan hatibû qirêjkirin, kurên Aqûb bi hîle bi Şexem û bavê wî Hamor re peyivîn. 14Wan got: “Nabe, em nikarin xwişka xwe bidin mirovekî bêsinet. Ev ji me re şerm e. 15Tenê em dikarin bi şertekî razî bibin: Hemû mêrên we sinet bibin û bibin wekî me. 16Wî çaxî emê keçên xwe bidin we û keçên we ji xwe re bînin. Emê di nav we de bijîn û bibin miletek. 17Lê heke hûn qebûl nekin û sinet nebin, emê xwişka xwe bibin û herin.”
18Ev pêşniyara wan, bi dilê Hamor û kurê wî Şexem bû. 19Xortê ciwan ê ku di hemû mala bavê xwe de yê herî birûmet bû, dereng nema û tiştê ku wan got, kir. Çimkî ew dildarê keça Aqûb bû.
20Hamor û Şexemê kurê wî çûn ber dergehê bajêr ku bi mêrên bajêr re bipeyivin. Wan got: 21“Ev mirov bi me re dost in. Bila li welatê me bijîn, tê de bazirganiyê bikin. Welatê me têra xwe berfireh e, têra me û wan dike. Em dikarin keçên wan ji xwe re bînin û keçên xwe bidin wan. 22Lê ew mirov, bi tenê bi şertê ku hemû mêrên me jî wekî wan sinet bibin, wê razî bibin ku bi me re bijîn û bi wan re bibin miletek. 23Ma bi vî awayî wê keriyên wan, malê wan û hemû heywanên wan nebin ên me? Werin em bi wan re li hev bikin û bila bi me re bijîn.” 24Hemû mêrên bajêr gotina Hamor û kurê wî Şexem qebûl kirin û sinet bûn.
25Piştî sê rojan, dema tevahiya mêran êşa sinetbûnê dikişandin, du kurên Aqûb, birayên Dînayê Şimûn û Lêwî, şûrên xwe hildan, bêtirs ketin bajêr û hemû mêr kuştin. 26Wan Hamor û kurê wî Şexem jî dan ber şûran, Dîna ji mala Şexem derxistin û çûn. 27Hemû kurên Aqûb hatin ser laşan û bajarê ku xwişka wan lê hatibû qirêjkirin, talan kirin. 28Pez, dewar, ker û her tiştên wan ên ku li bajêr û li çolê bûn, hildan. 29Hemû mal, jin û zarokên xwe birin, her tiştên li malên wan talan kirin.
30Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.”
31Jê re got: “Tiştê ku bi fahîşekê re dike, çawa dikare bi xwişka me re bike?”
Currently Selected:
Destpêk 34: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

: