Destpêk 43
43
Birayên Ûsivê Pêxember dîsa diçin Misrê
1Li welatê Kenanê xela giran bûbû. 2Hemû genimê ku ji Misrê anîbûn qedandibûn. Bavê wan ji wan re got: “Dîsa herin û ji me re hinek xwarin bikirin.”
3Lê Cihûda jê re got: “Wî zilamî bi dijwarî ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê, hûn rûyê min nabînin.’ 4Heke tu birayê me bi me re bişînî, emê herin û ji te re xwarinê bikirin. 5Lê tu wî neşînî em naçin, çimkî zilam ji me re gotibû: ‘Heta birayê we neyê hûn rûyê min nabînin.’”
6Îsraêl got: “We çima ji zilam re got: ‘Birayekî me yê din heye’ û ev xerabî anî serê min?”
7Wan got: “Zilam ji me re got: ‘Ma bavê we hê dijî? Birayên we yên din hene?’ Bi baldarî pirsa me û malbata me kir. Me jî bi hêsanî bersiva wî da. Me ji ku zanibû ku wê ji me re bêje: ‘Birayê xwe bînin?’”
8Cihûda ji bavê xwe Îsraêl re got: “Kurik bi min re bişîne em herin ku em jî tu jî, zarokên me jî bijîn û nemirin. 9Ez bi xwe jê re dibim kefîl. Tu wî ji min bixwaze. Heke ez wî ji te re neyînim û li ber te nedime sekinandin, bila ez her û her li ber te sûcdar bim. 10Em dereng nemana, niha em du caran çûbûn û hatibûn.”
11Li ser vê yekê bavê wan Îsraêl ji wan re got: “Madem wisa ye, herin. Ji berên herî qenc ên vî welatî hinek melhem, hinek hingiv, benîşt, mûr, fistiq û behîvan bixin barên xwe û wekî xelat ji wî zilamî re bibin. 12Bi xwe re du qat pere bibin. Çimkî divê hûn pereyên ku xistibûn tûrikên we li wan vegerînin. Dibe ku şaşiyek çêbûbe. 13Birayê xwe hildin û rabin ji ba wî zilamî werin. 14Bila Xwedayê Karîndar li pêş wî mirovî li we were rehmê û ew zilam birayê we yê din û Binyamîn bide we. Herçî ez im, bê zarok bimînim jî ne xem e.”
15Bi vî awayî birayan rahişt diyariyan, du qat pere hildan û Binyamîn bi xwe re birin. Bi lez berê xwe dan Misrê û hatin hizûra Ûsiv. 16Çaxê Ûsiv Binyamîn bi wan re dît, wî ji keyayê mala xwe re got: “Van zilaman bibe mala min, pezekî serjê bike û xwarinê çêke. Çimkî wê ev mirov bi min re firavînê bixwin.”
17Keya çawa ku Ûsiv lê emir kiriye, ew zilam birin mala wî. 18Gava diçûn mala Ûsiv, ditirsiyan û digotin: “Ji ber pereyê ku cara pêşî xistibûn tûrikên me em anîn vir. Ew dixwaze êrîşî me bike û me ji qewet bixe, me bike kole û kerên me bistîne.”
19Gava nêzîkî keyayê Ûsiv bûn, wan li ber deriyê malê jê re got: 20“Ezxulam! Cara pêşî em hatin vir ku xwarinê bikirin. 21Lê çaxê me li qonaxê barên xwe vekirin, me dît ku pereyên me bêkêmahî di tûrik de ne. Niha me ew pere bi xwe re anîne. 22Herwiha ji bo ku em dîsa zad bikirin, me bi ser de jî pere anîn. Em nizanin kê pereyên me xistibûn barên me.”
23Keya got: “Aram bin, netirsin. Xwedayê we, Xwedayê bavê we xezîneya barên we da we. Min pereyên we standibûn.” Rabû Şimûn anî ba wan.
24Keya ew birin hundirê mala Ûsiv, ji wan re av anî ku lingên xwe bişon û êm da kerên wan. 25Heta hatina Ûsiv, wan diyariyên xwe amade kirin, çimkî zanibûn ku wê li wir xwarin bixwin.
26Çaxê Ûsiv hat malê, diyariyan pêşkêşî wî kirin û xwe li ber wî tewandin erdê. 27Piştî ku Ûsiv li rewş û xatirê wan pirsî wiha got: “Bavê we yê kal ê ku we behsa wî kiribû çawa ye? Hê dijî gelo?”
28Wan got: “Bavê me xulamê te be, dijî û baş e.” Bi hurmet careke din xwe jê re tewandin.
29Ûsiv serê xwe rakir û birayê xwe Binyamînê ji diya xwe ya heq dît. Wî pirsî û got: “Birayê we yê biçûk ê ku we behsa wî kiribû ev e? Xwedê te bihêle lawo!” 30Bi lez ji odeyê derket. Dilê wî zîz bûbû û li derekê geriya ku bigirî. Ket odeya xwe û li wê derê giriya.
31Piştî dev û rûyê xwe şûşt, derket derve, xwe da hev û got: “Sifrê deynin.”
32Wan xwarin jê re cuda, ji birayên wî re cuda ji Misriyên bi wan re bûn re, cuda danîn. Çimkî Misriyan bi Îbraniyan re xwarin nedixwarin. Ev yek li gorî wan kirêt bû. 33Birayên Ûsiv li pêşberî wî, li gorî temenên xwe, ji yê mezin ber bi yê biçûk ve rûniştin. Hemû bira bi awayekî ecêbmayî li hev mêze dikirin. 34Ji maseya Ûsiv xwarin li wan hat belavkirin, lê para Binyamîn pênc caran ji para yên din zêdetir bû. Bi Ûsiv re xwarin, vexwarin û kêfxweş bûn.
Currently Selected:
Destpêk 43: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

: