YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 48

48
Aqûbê Pêxember ji bo Efrayîm û Minaşşeyê kurên xwe dua dike
1Piştî demekê ji Ûsiv re got: “Bavê te nexweş e.” Ûsiv herdu kurên xwe Minaşşe û Efrayîm hildan û da rê. 2Gava ji Aqûb re got: “Va ye kurê te Ûsiv tê ba te,” Îsraêl xwe da hev û li ser nivînan rûnişt.
3 # Destpêk 28:13-14 Aqûb ji Ûsiv re got: “Xwedayê Karîndar li Lûzê, li welatê Kenanê li min xuya bû, ez pîroz û bereket kirim 4û ji min re got: ‘Ezê te berdar bikim û zêde bikim. Ezê te bikim komeke gelan û ezê piştî te vî welatî bidim ziriyeta te ku her û her bibe milkê we.’
5“Niha herdu kurên te yên ku beriya hatina min li welatê Misrê ji te re çêbûne, yên min tên hesibandin. Wekî ku Rûbên û Şimûn ên min in, wê Efrayîm û Minaşşe bibin ên min. 6Zarokên ku li pey wan ji te re çêbin, wê bibin ên te. Wê mîrasa wan ji mîrasa birayên wan be. 7#Destpêk 35:16-19Çaxê ez ji Paddanê vedigeriyam, Rahêl li welatê Kenanê, hê beriya ku em bigihîjin Efratê, di rê de li ba min mir. Ez pir li ber wê ketim û min ew li wir, li ser riya Efratê –Bêtlehemê– veşart.”
8Çaxê Îsraêl kurên Ûsiv dîtin, wî got: “Ev kî ne?”
9Ûsiv ji bavê xwe re got: “Ew kurên min in. Xwedê ew li vir dan min.”
Îsraêl got: “Wan bîne ba min ku ez wan pîroz bikim.”
10Çavên Îsraêl ji kalîtî qels bûbûn û wî bi zorê didît. Ûsiv kurên xwe anîn ba wî, bavê wî ew ramûsan û hembêz kirin.
11Îsraêl ji Ûsiv re got: “Min guman nedikir ku ezê rûyê te bibînim, lê va ye Xwedê ziriyeta te jî nîşanî min da.”
12Ûsiv kurên xwe ji ser çokên bavê xwe hilanîn û deverû çû erdê. 13Ûsiv rahişt herduyan, Efrayîm da aliyê xwe yê rastê, ber milê çepê yê Îsraêl û Minaşşe da aliyê xwe yê çepê, ber milê rastê yê Îsraêl û herdu nêzîkî wî kirin. 14Lê Îsraêl destên xwe çeperast dirêj kirin: Wî destê xwe yê rastê danî ser serê yê biçûk Efrayîm û destê xwe yê çepê danî ser serê Minaşşe ku nixurî bû.
15Piştre wî Ûsiv pîroz kir û got:
“Ew Xwedayê ku bavkalên min Îbrahîm û Îshaq
Li ser riya wî çûn,
Ew Xwedayê ku di hemû jiyana min de,
Heta îro ji min re bûye şivan.
16Milyaketê ku ez ji her xerabiyê rizgar#48:16 Di Nivîsa Masoriyan de peyva îbranî goel heye ku tê wateya rizgariyê yan tiyîtiyê. Ev peyv tê wateya xweyîderketina kesê hewcedar ku di malbatê de ye û bi vî awayî tê wateya rizgarkirinê. Binêre: Destpêk 38:8; Lêwiyî 25:25; Hejmartin 5:8; Dubarekirina Şerîetê 25:5-10; Rût 2:20; Eyûb 19:25; Zebûr 19:14; Îşaya 43:1 kir,
Van kuran pîroz bike.
Bila ew bi navê min,
Bi navê bavkalên min Îbrahîm û Îshaq bên gazîkirin,
Li ser rûyê erdê gelek zêde bibin.”
17Çaxê Ûsiv dît ku bavê wî destê xwe yê rastê danî ser Efrayîm, ev li xweşa wî neçû. Wî rahişt destê bavê xwe ku ji ser serê Efrayîm hilda ku deyne ser serê Minaşşe. 18Ûsiv jê re got: “Na bavo! Ev nixurî ye, destê xwe yê rastê deyne ser serê wî!”
19Lê bavê wî nexwest û got: “Ez dizanim kurê min, ez dizanim. Wê Minaşşe jî bibe miletekî mezin. Lê belê wê birayê wî yê biçûk jê mezintir bibe û wê ji ziriyeta wî komeke miletan rabin.”
20 # Îbranî 11:21 Wê rojê wî ew pîroz kirin û got:
“Bi navê we#48:20 Septûagînt: Bi we. Nivîsa Masoriyan: Bi te., wê gelê Îsraêl hev pîroz bikin û bêjin:
‘Xwedê te wekî Efrayîm û Minaşşe bike.’”
Bi vî awayî wî Efrayîm kir pêşiya Minaşşe.
21Paşê Îsraêl ji Ûsiv re got: “Va ye, ez li ber mirinê me, lê wê Xwedê bi we re be û we bizivirîne welatê bav û kalên we. 22Ez pareke ji para birayên te zêdetir didim te. Min ew ji Amoriyan bi şûr û kevanê xwe stand.”

Currently Selected:

Destpêk 48: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in