Kʼarêd Şandîya Pêşgotin
Pêşgotin
Kʼitêba «Kʼarêd Şandîya» dûmayîya «Mizgînîya Lûqa» ye, ya ku bi destê Lûqa hatîye nivîsarê. Meremê kʼitêbê ew e, ku şiroveke peyçûyêd Mesîh çawa bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz li Orşelîmê, Cihûstanê, Sameryayê û welatêd mayînda bûne şeʼdêd Wî (1:8). Usa jî dide kʼifşê, ku civîna nû bi çi zelûlîyê û teʼlî-tengîyê hʼîmê xwe girt û bi alîkʼarîya Rʼuhʼê Pîroz çawa nava wan oxirmêd giranda pêşda diçû. Alîkî dinva jî gava hê kʼûr dibî, dibînî ku eva kʼitêba tʼarîxa mesîhîyê ye, ku ji Filistînê nava cihûya destpêbû û paşê bû bawerîke tʼemamîya dinyayê.
Em dikarin Kʼarê Şandîya ser sê pʼara pʼarevekin:
1. Belabûna mesîhîyê Orşelîmêda, pey jorhilatina Îsarʼa (1:1–8:3)
2. Belabûna mesîhîyê ji Orşelîmê û Cihûstanêda girtî hʼeta Sameryayê, Şamê û cîyêd dine dor-berêd Filistînê (8:4–12:25)
3. Belabûna mesîhîyê nava welatêd dor-berê Beʼra Sipî (Beʼra Navberê), hʼeta Rʼomayê (13:1–28:31)
Ji wan qewimandinêd vê kʼitêbêda yeke here berbiçʼeʼv bona kirêd Rʼuhʼê Pîroz nivîsar e, ku Rʼoja Pêncîye hʼesabda li Orşelîmê ser bawermendada çawa qewat barî û rʼêberîya civînê kir, civîn û serwêrêd wê nav xebata wanda qewat kirin. Hînkirinêd mesîhîyêd pêşin nava dannasînkirinada xuya dibe. Awa mesele, nava dannasînîya Petrûsê şandîda pey standina Rʼuhʼê Pîrozrʼa (2:14-36), nava dannasînîya pʼaristgehêda pey qencbûna yê nigseqetrʼa (3:11-26), cabdayîna Steyfanda ber civîna giregirêd Orşelîmê (7:1-53) û gotinêd Pawlosda (13:16-41; 17:22-31; 20:18-35; 22:1-21; 24:10-21; 26:2-23). Ew qewimandinêd kʼitêbêda ku têne bîranînê didine kʼifşê, ku çawa dannasînkirin û hînkirinêd şandîya bi wê qudretê têne kirinê, ya ku bi qewata Rʼuhʼê Pîroz civînêda nava eʼmirê bawermendada tê kʼifşê û bi civînê Mizgînîya Îsa Mesîh dinyayêda bela dibe.
Serecema fikira kʼitêbê
Hazirkirina şeʼdetîya şandîya (1:1-26)
1. Soz û tʼemîya Îsaye xilazîyê (1:1-14)
2. Bijartina Matîyo dewsa Cihûdayê Îsxeryot (1:15-26)
Şeʼdetîya Orşelîmêda (2:1–8:3)
Şeʼdetîya welatêd Cihûstanê û Sameryayêda (8:4–12:25)
Qulixê Pawlos (13:1–28:31)
1. Rʼêwîtîya Pawlosê şandîye pêşin (13:1–14:28)
2. Şêwira civîna Orşelîmêda (15:1-35)
3. Rʼêwîtîya Pawlosê şandîye duda (15:36–18:22)
4. Rʼêwîtîya Pawlosê şandîye sisîya (18:23–21:16)
5. Pawlosê girtî Orşelîmêda, Qeyserîyêda û rʼêwîtîya wîye hʼeta Rʼomayê û axirî (21:17–28:31)
Currently Selected:
Kʼarêd Şandîya Pêşgotin: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011