Yûhʼenna 11
11
Mirina Lazar
1Merivek hebû navê wî Lazar, ew nexweş kʼet. Ew ji Beytanyayê bû, ji wî gundê Meryemê û xûşka wê Mertʼayê. 2Eva ew Meryema bû, ya ku rʼûnê bînxweş li Xudan dabû û bi pʼorʼê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş. 3Awa her du xûşka Îsarʼa cab şandin û gotin: «Xudan, va ewî ku Tu jê hʼiz dikî nexweş e». 4Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona rʼûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê rʼûmeta Kurʼê Xwedê bilind be».
5Îsa Mertʼa, xûşka wê û Lazarê birê wan hʼiz dikirin. 6Lê gava Wî bihîst ku Lazar nexweş e, Ew du rʼojêd din jî li wî cîyî derengî bû. 7Peyrʼa Wî şagirtêd Xwerʼa got: «Werin em dîsa herʼine Cihûstanê». 8Şagirta jêrʼa got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?» 9Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne rʼoj donzdeh sihʼet e? Heger yek rʼojê bigerʼe ew nalikʼume, çimkî rʼonaya vê dinyayê dibîne. 10Lê heger yek şevê bigerʼe, ew dilikʼume, çimkî tʼevî wî rʼonayî tʼune». 11Pey vê xeberdanêrʼa Ewî wanrʼa got: «Pismamê me Lazar xewrʼa çûye, lê Ezê herʼim ku wî hʼişyar kim». 12Şagirta jêrʼa got: «Xudan, heger ew rʼazaye, wê rʼabe ser xwe». 13Îsa derheqa mirina wîda digot, lê wan tʼirê ku Ew bona rʼazana wî dibêje. 14Hingê Îsa aşkere wanrʼa got: «Lazar mir. 15Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona kʼara bawerîya we be. Lê dîsa werin em herʼine cem wî». 16Hingê Tʼûmayê ku digotinê «Heval-cêwî», şagirtêd hevalêd xwerʼa got: «Em jî herʼin, ku tʼevî Wî bimirin».
Îsa ye rʼabûna mirîya û jîyîn
17Gava Îsa çû, Wî dît ku îdî ew çar rʼojê Lazar bû defin kiribûn. 18Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke sê kîlomêtira jê dûr bû. 19Gelek cihû hatibûne serxweşîya Mertʼa û Meryemê, bona mirina birê wan.
20Gava Mertʼayê bihîst ku Îsa tê, ew pêşîya Wîda çû, lê Meryem malda ma. 21Mertʼayê gote Îsa: «Xudan, heger Tu vir bûyayî, birê min nedimir. 22Lê niha jî ez zanim Tu çi ji Xwedê bixwazî, Ewê bide Te». 23Îsa gote wê: «Birê teyê ji mirinê rʼabe». 24Mertʼayê lê vegerʼand: «Ez zanim Rʼoja Axretê, Rʼoja Rʼabûnê ewê rʼabe». 25Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî. 26Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?» 27Mertʼayê Wîrʼa got: «Belê Xudan, ez bawer dikim, ku Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedê, Yê ku wê bihata dinyayê».
Îsa digirî
28Pey vê gotinêrʼa, çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva gotê: «Dersdar hatîye û gazî te dike». 29Gava ku wê bihîst, zû rʼabû çû. 30Îsa hê nekʼetibû gund, lê li wî cîyî mabû, kʼîderê Mertʼa rʼastî Wî hatibû. 31Cihûyêd ku malêda tʼevî wê bûn û li ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rʼabû derkʼete derva, dane pey wê çûn. Wan tʼirê ku ew diçe ser tʼirbê bigirî. 32Gava Meryem gihîşte wî cîyî ku Îsa lê bû, Ew dît, xwe avîte ber niga û gotê: «Xudan, heger Tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir». 33Gava ku Îsa çʼeʼv girîyê wê û girîyê cihûyêd ku pêrʼa hatibûn kʼet, kʼesera kʼûr hatê û dilê Wî êşîya. 34Û ji wan pirsî: «We ew li kʼu defin kirîye?» Wîrʼa gotin: «Xudan, were û bibîne». 35Îsa girîya. 36Hingê cihûya got: «Dîna xwe bidinê, çiqas jê hʼiz dikir!» 37Ji wan hineka jî got: «Evî ku çʼeʼvêd yê kor vekirin, nikaribû usa bikira, ku ev meriva jî nemira?»
Îsa Lazarê mirî sax dike
38Li ser vê yekê Îsa dîsa kʼûr kʼeser kʼişand û çû ser tʼirbê. Ew tʼirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû. 39Îsa got: «Vî kevirî wêda kin». Xûşka yê mirî, Mertʼayê Wîrʼa got: «Xudan, îdî niha bîn kʼetîyê, îro çarê wî ye mirîye». 40Îsa gote wê: «Min terʼa negot, heger tu bawer bikî, tê rʼûmeta Xwedê bibînî?» 41Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst. 42Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cimeʼta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».
43Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!» 44Yê mirî jî dest û pʼîyêd wî bi kʼitan kʼefenkirî û serçʼeʼvê wî bi destmalekê nixamtî derkʼete derva. Îsa wanrʼa got: «Wî vekin û bihêlin bira herʼe».
Şêwira kuştina Îsa
(Metta 26:1-5; Marqos 14:1-2; Lûqa 22:1-2)
45Hingê gelek cihûyêd ku hatibûne cem Meryemê, ev kirina Îsa ku dîtin, bawerîya xwe Wî anîn. 46Lê ji wan hinek jî çûne cem fêrisîya û ev kirina Îsa wanrʼa gotin. 47Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike. 48Heger em Wî aha bihêlin, hʼemû wê bawerîya xwe Wî bînin û rʼomayî jî wê bên, cîyê meyî pîroz wêran kin û kʼoka miletê me jî bînin».
49Yekî ji wan, Qeyafayê ku wê salê serekkʼahîn bû, wanrʼa got: «Hûn qet tiştekî feʼm nakin! 50Ne jî digihîjine gilîya ku merʼa hê dest dide merivek bimire bona cimeʼtê, ne ku tʼemamîya milet unda be». 51Ev yeka ewî hʼemdê xwe negot, lê çimkî ew serekkʼahînê wê salê bû, pʼêxembertî kir, ku Îsayê ber miletva bimire. 52Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek. 53Awa îdî pey wê rʼojêrʼa şêwira kuştina Îsa kirin.
54Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nedigerʼîya, lê ji wir çû berʼîyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêrʼa Efrayîm digotin û tʼevî şagirtêd Xwe li wê derê ma.
55Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora eʼdet xwe bişon-veşon. 56Hingê ewana li wê derê Îsa digerʼîyan û pʼaristgehêda disekinîn, ji hevdu dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ewê eʼse neyê vê cejinê?» 57Fêrisî û serekêd kʼahîna jî eʼmir derxistibûn, heger kesek bizanibe Ew li kʼu derê ye, gerekê guhê wan pê xin, wekî ew Wî bigirin.
Currently Selected:
Yûhʼenna 11: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011