Yûhʼenna 14
14
Rʼîya ku dibe berbi Bavê
1Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin. 2Mala Bavê Minda gelek cîyêd mayînê hene, Ez niha diçim werʼa cî hazir kim. Heger usa nîbûya, Min werʼa nedigot? 3Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin. 4Hûn rʼîya wî cîyê ku Ez diçimê zanin».
5Tʼûma jêrʼa got: «Xudan, em nizanin Tu kʼuda diçî, emê çawa rʼê bizanibin?» 6Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê. 7Heger we Ez nas kirime, hûnê Bavê Min jî nas bikin#14:7 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira». . Awa ji vir şûnda hûn Wî nas dikin û we Ew dîtîye».
8Fîlîpo jêrʼa got: «Xudan, kʼa Bavê nîşanî me ke, besî me ye!» 9Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›? 10Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez werʼa dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike. 11Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin. 12Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe. 13Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê. 14Heger hûn pê navê Min tiştekî bixwazin Ezê bikim.
Îsa soz dide ku Rʼuhʼê Pîroz bişîne
15Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin. 16Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne. 17Ew e ew Rʼuhʼê#14:17 Aha jî tê feʼmkirinê: «Rʼuhʼê Rʼastîyê ku dinya nikare Wî qebûl ke». ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be.
18Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm. 19Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn. 20Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.
21Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».
22Cihûda, ne yê Îsxeryotî gote Wî: «Xudan, ewê çawa be, ku Tê Xwe meva eʼyan kî, lê dinyayêva na?»
23Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin. 24Ewê ku Min hʼiz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime. 25Hela hê ku Ez li cem we me, Min ev yekana werʼa gotin. 26Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.
27Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin! 28We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye. 29Û niha ev yekana Min berî qewimandinê werʼa gotin, wekî gava ew yek biqewimin, hûn bawer bikin. 30Îdî Ezê tʼevî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. Hʼukumê wî qet ser Min tʼune, 31lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim.
Rʼabin, em ji vir herʼin.
Currently Selected:
Yûhʼenna 14: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: