Yûhʼenna 20
20
Tʼirba vala
(Metta 28:1-10; Marqos 16:1-8; Lûqa 24:1-12)
1Rʼoja yekşemê#20:1 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Rʼoja hʼeftîyêye pêşin», çimkî bona cihûya rʼoja hʼeftîyêye pêşin yekşem bû, awa gotî «leʼd». , qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser tʼirbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê tʼirbê wêda kirî ye. 2Destxweda rʼevî çû cem Şimhʼûn-Petrûs û wî şagirtê din, yê ku Îsa jê hʼiz dikir û wanrʼa got: «Xudan ji tʼirbê derxistine û em nizanin ku Ew danîne kʼu derê!»
3Hema hingê Petrûs û şagirtê din derkʼetine derva û berbi tʼirbê çûn. 4Her du jî hevrʼa dirʼevîyan, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir dirʼevîya û ew pêşîya wî gihîşte ser tʼirbê. 5Wî xwe qûz kir û dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e, lê xwexa nekʼete hindurʼ. 6Hingê Şimhʼûn-Petrûs ku pey wî dihat gihîştê, kʼete hindurʼê tʼirbê, dîna xwe dayê, wê kʼefen li wir e 7û destmala sêrî ne tʼevî kʼefen bû, lê qatkirî alîkî danî bû. 8Paşê şagirtê din jî kʼete hindurʼ, yê ku pêşîyê gihîştibû ser tʼirbê. Ewî dît û bawer kir. 9Wan hê nivîsar feʼm nekiribû, ku gerekê Îsa ji mirinê rʼabûya. 10Pey vê yekêrʼa şagirt vegerʼîyane cîyêd xwe.
Îsa Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî dike
(Marqos 16:9-11)
11Lê Meryem ji tʼirbê der sekinîbû û digirîya. Wê bi girî xwe qûz kir û li hindurʼê tʼirbê nihêrʼî, 12hingê dîna xwe dayê, wê du milyakʼetêd kʼincsipî, li wî cîyê ku cinyazê Îsa lê danîbû rʼûniştine, yek berserîyê û yê din binpʼîyê. 13Milyakʼeta wêrʼa got: «Eʼvdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne kʼu derê». 14Gava ewê ev yek got, li pişt xweva vegerʼîya û dît ku Îsa li wê derê sekinîye, lê wê nizanibû ku ew Îsa ye. 15Îsa gote wê: «Eʼvdê, tu çima digirîyî? Tu li kʼê digerʼî?» Meryemê tʼirê qey ew rʼezvan e, ewê gotê: «Ez xulam, heger te Ew hildaye, minrʼa bêje te Ew danîye kʼu derê, wekî ez Wî ji wê derê hildim». 16Îsa gotê: «Meryem!» Meryemê berê xwe da Wî û bi îbranî gotê: «Rʼabbonî!» ku tê feʼmkirinê: «Dersdar».
17Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›». 18Meryema Mejdelanî çû cem şagirta û wanrʼa got: «Min Xudan dît» û tiştêd ku Îsa wêrʼa gotibû wanrʼa gilî kir.
Îsa Xwe nîşanî şagirtêd Xwe dike
(Metta 28:16-20; Marqos 16:14-18; Lûqa 24:36-49)
19Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa». 20Ev tişt got, dest û nekʼsa Xwe nîşanî wan kirin. Hingê şagirt gelekî şa bûn, gava ku Xudan dîtin. 21Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim». 22Ev yek ku got, pʼifî ser wan kir û wanrʼa got: «Hanê Rʼuhʼê Pîroz bistînin. 23Hûn gunêd kʼê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd kʼê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê».
Îsa û Tʼûma
24Tʼûmayê yekî ji her donzdeha, ku jêrʼa «Heval-cêwî» digotin, ne tʼevî wan bû gava ku Îsa hat. 25Hingê şagirtêd mayîn wîrʼa gotin: «Me Xudan dît». Ewî wanrʼa got: «Hʼeta ku ez dewsa mixa destêd Wîda nebînim, tʼilîya xwe nedime ser dewsa mixa û destê xwe jî nekime nekʼsa Wî, ez tʼu car bawer nakim».
26Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa». 27Paşê Tʼûmarʼa got: «Tʼilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêrʼe, destê xwe jî bîne û bike nekʼsa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»
28Tʼûma lê vegerʼand û gotê: «Xudanê min û Xwedêyê min!» 29Îsa gote wî: «Te Ez dîtim lema bawer kir? Xwezî li wan, yêd ku nedîtine, lê bawer dikin!»
Meremê vê kʼitêbê
30Îsa li ber şagirtêd Xwe hê gelek nîşanêd din jî kirin, ku vê kʼitêbêda nehatine nivîsarê. 31Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.
Currently Selected:
Yûhʼenna 20: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011