Yûhʼenna 7
7
Îsa û birêd Xweva
1Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana. 2Gava Cejina cihûyaye Hʼolikçêkirinê nêzîk bû, 3birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin. 4Çimkî merivê ku dixwaze aşkere xwe bide naskirinê, kirinêd xwe venaşêre. Heger Tu xweyê van kira yî, xwe dinyayêva eʼyan ke». 5Birêd Wî jî bawerîya xwe jê nedanîn. 6Îsa wanrʼa got: «Wextê Min hê nehatîye, lê her tʼim wext destê weda ye. 7Dinya nikare bijene we, lê dijene Min, çimkî Ez şeʼdetîyê didim, ku kirêd wê xirab in. 8Hûn xwexa hevraz herʼine vê cejinê, lê Ez hela hê#7:8 Nav destnivîsarêd qencda «hela hê» tʼune. nayêmê, çimkî wextê Min hê tʼam nehatîye». 9Ew yek wanrʼa got û li Celîlê ma.
Îsa tʼevî cejinê dibe
10Lê çaxê birêd Wî hevraz çûne cejinê, Ew jî rʼabû çû wir, ne ku aşkere, lê bi dizîva. 11Wî çaxî cihû cejinêda lê digerʼîyan û digotin: «Ew kʼanê ye?» 12Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe». 13Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.
14Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû kʼete pʼaristgehê û dest bi hînkirinê kir. 15Cihû eʼcêbmayî diman û digotin: «Evî nexwendîye, ew çawa haqas nivîsar zane?» 16Îsa li wan vegerʼand û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime. 17Heger merivek bixwaze eʼmirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim. 18Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune. 19Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?» 20Cimeʼtê lê vegerʼand û gotê: «Tu cinakʼetî yî! Kʼî dixwaze Te bikuje?» 21Îsa li wan vegerʼand û got: «Min kʼeremetek kir, hûn hʼemû jî eʼcêbmayî mane. 22Mûsa sinetkirin da we, (ew jî ne ku ji Mûsa hat, lê ji kal û bava) û hûn rʼoja şemîyê mêriv sinet dikin. 23Heger hûn rʼoja şemîyê zarʼa sinet dikin wekî Qanûna Mûsa netʼerʼibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min rʼadikin, wekî Min rʼoja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir? 24Li anegorî dîtina çʼeʼvêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rʼastîyê dîwanê bikin».
Şika ser Îsa
25Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana? 26Û va ye Ew aşkere xeber dide û tʼu kes jî jêrʼa tiştekî nabêje. Dibe ku serwêr pê hʼesîyane, ku Eva Mesîh e? 27Lê rʼast em zanin ku eva ji kʼu ye. Lê gava ku Mesîh bê, kesê nizanibe ku ew ji kʼu ye».
28Hingê Îsa pʼaristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji kʼu me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser rʼastîyê ye, hûn Wî nas nakin. 29Ez Wî nas dikim, çimkî Ez ji Wî me û Ewî Ez şandime».
30Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû. 31Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»
Bona girtina Îsa nobedar têne şandinê
32Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cimeʼtê bihîst û serekêd kʼahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin. 33Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime. 34Hûnê li Min bigerʼin, lê Min nabînin. Cîyê ku Ezê lê bimînim, hûn nikarin bên». 35Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke? 36Ev çi xeberdan e ew dike: ‹Hûnê li Min bigerʼin û Min nebînin, cîyê ku Ezê lê bimînim, hûnê nikaribin bên›?»
Çʼemêd ava jîyînê
37Rʼoja xilazîyê, rʼoja cejinêye here eʼzîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem Min û vexwe. 38Ewê ku bawerîya xwe Min bîne#7:38 Xilazîya rʼêza 37-a û serê rʼêza 38-a aha jî tê feʼmkirinê: «Heger yek tʼî ye, bira bê cem min û ewê ku Min bawer bike, bira vexwe». , çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî çʼemêd ava jîyînê bikʼişin›»#7:38 Îsaya 58:11; Hezekîyêl 47:1; Zekerîya 14:8. . 39Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.
Dutîretîya nav eʼlaletê
40Gava wana ev gotin bihîst, hinekêd ji eʼlaletê gotin: «Rʼastî jî eva ew pʼêxember e». 41Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê? 42Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?» 43Bi vî awayî nav eʼlaletêda, li ser Wî dutîretî pêşda hat. 44Hinekêd ji wan xwestin Ew bigirtana, lê tʼu kesî dest neda Wî.
Nebawerîya serwêrêd cihûya
45Hingê nobedar vegerʼîyane cem fêrisî û serekêd kʼahîna. Wana ji nobedara pirsî: «We çima Ew neanî?» 46Nobedara li wan vegerʼand û gotin: «Tʼu kesî tʼu cara mîna wî merivî xeber nedaye!» 47Hingê fêrisîya li wan vegerʼand û gotin: «Îdî ewî hûn jî ji rʼê derxistine? 48Tʼu ji serwêr û fêrisîya kesekî bawerîya xwe jê anîye, 49pêştirî vê cimeʼta meʼrim, ku Qanûnê nizane û nifirʼ lê ye?» 50Nîkodêmo, yê ku berê çûbû cem Îsa û ji fêrisîya bû, wanrʼa got: 51«Gelo Qanûna me dîwana mêriv dike, hʼeta ku guhdarîya wî neke û nizanibe ku ew çi dike?» 52Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».
Jina gunekʼar tê baxşandinê
53Û her kes çû mala xwe,
Currently Selected:
Yûhʼenna 7: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011