Yûhʼenna Pêşgotin
Pêşgotin
Li gora fikira gelek zana, nivîskʼarê vê kʼitêbê xilazîya sedsalîya pêşinda eva serhatîya nivîsîye. Nivîskʼar xwexa navê xwe kʼitêbêda nade. Lê tê feʼmkirinê, ku nivîskʼar yek ji her donzdeh şagirtêd Îsa bûye, awa gotî Yûhʼennayê kurʼê Zebedî. Îsa hingê gazî wî kir, gava ew hê meʼsîgir bû (Metta 4:21; Marqos 1:19; Lûqa 5:10). Usa jî tê feʼmkirinê, ku Yûhʼenna ew şagirt bû, bona kʼîjanî ku aha nivîsar e: «Şagirtê ku Îsa jê hʼiz dikir» (Yûhʼenna 13:23; 19:26; 20:2; 21:7, 20, 24).
Yûhʼenna ser pirsa jîyîna hʼeta-hʼetayê disekine, kʼîjanî ku meriv dikare bistîne. Belê Yûhʼenna dinivîse ku meremê vê nivîsarê ev e, wekî xwendevan bawer bike, ku Îsa ye Xilazkirê sozdayî, Kurʼê Xwedê û pê vê bawerîyê jîyîna hʼeta-hʼetayê bistîne (20:31).
«Mizgînîya li gora Yûhʼenna» hindava her sê Mizgînîyêd mayînda (ya Metta, Marqos û Lûqa) tiherekî din berçʼeʼv dibe. Vê Mizgînîyêda xwendevan rʼastî çend qewimandina tên, yêd ku mizgîndarêd mayîn nivîsarêd xweda nedane kʼifşê. Mesele: deʼwata Qanayêda, xeberdana Îsaye tʼevî Nîkodêmo, kʼulfeta samerî, qencbûna yê Beythastayêda û yê ji zikmakîyêda kor, usa jî saxkirina Lazarê mirî. Mizgîndarêd mayîn Metta, Marqos û Lûqa gelekî li ser kirêd Îsaye Celîlêda disekinin, lê Yûhʼenna li ser kirêd Orşelîmêda disekine. Usa jî kʼitêbêda çend cara ev gotin hene: «Ez im filan tişt yan bêvan tişt» û gelek ji wan gotina jî bi nîşanêd (kʼeremetêd) Îsava girêdayî ne. Mesele, Ew derheqa Xweda aha dibêje: «Ez im nanê jîyînê» (6:35), «Ez im rʼonaya dinyayê» (8:12), «Ez im derê pêz» (10:7), «Ez im şivanê qenc» (10:11), «Ez im rʼabûn û jîyîn» (11:25), «Ez im rʼê, rʼastî û jîyîn» (14:6) û «Ez im kʼola tirîyêye rʼast» (15:1).
Mizgîndarêd mayîn hînkirina Îsa bi mesela dibêjin, lê Yûhʼenna aşkere bona heleqetîya Îsaye tʼevî Bavê Xwe Xwedê dibêje. Usa jî Îsa navê Xwedêtîyê bona Xwe bi kʼar tîne: «EZ EW IM» (8:24, 28; 13:19) û «EZ HEME» (8:58).
Kʼitêb belayî ser çend pʼara dibe. Pêşgotina xweda Yûhʼenna dinivîse ku Xebera Xwedêye hʼeta-hʼetayê û Îsa yek in.
Pʼara kʼitêbêye pêşin ji serê 2-a hʼeta 11-a bona gelek kʼeremeta dibêje û ew hʼemû jî eʼyan dikin ku Îsa Mesîh e, Ew Xilazkirê sozdayî ye û Kurʼê Xwedê ye. Ev pʼara kʼitêbê derheqa wan merivada dibêje, yêd ku bawerîya xwe Îsa anîn bûne peyçûyêd Wî, lê hʼerçê mayîn miqabilî Wî sekinîn û nexwestin Wî bawer bikin.
Pʼara duda ji serê 13-a hʼeta 17-a dibêje, ku Îsa berî girtin û xaçbûna Xwe tʼevî şagirta çawa pismam xeber dide, ku wan bişidîne.
Pʼara sisîyada jî ji serê 18-a hʼeta 21-ê derheqa girtin, xaçbûn, mirin, ji mirin-rʼabûnê û jorhilatina Wîda dibêje.
Kʼitêba Mizgînîya Yûhʼenna dide kʼifşê ku Îsa «Xebera Xwedê» ye, ku bi bedenî hat nava meda hêwirî. Ew e Xilazkirê dinyayê (4:42), Rʼonayîya ku hʼemû meriva rʼonayî dike (1:9), Ew Xwexa nîşana hʼizkirina Xwedê ye, hindava hʼemû merivêd dinyayêda (3:16). Yûhʼenna dîna xwe dide ser dannasînî û fikira Îsa, bi kʼîjana Xwedêtîya Îsa û gelek rʼastîyêd din eʼyan dibin. Nava dannasînîyêd Îsada fikira mêriv diçe ser wan xebera, yêd ku her rʼoj têne bikʼaranînê, lê Îsa ew çawa nîşanêd surʼ nava rʼastîya rʼuhʼanîda dane xebatê, ku yek bikaribe feʼm bike. Awa mesele: nan, av, rʼonayî, şivan, pez, baxçe û tiştêd mayîn.
Serecema fikira kʼitêbê
Pêşgotin (1:1-18)
Yûhʼennayê nixumdar û şagirtêd Îsaye pêşin (1:19-51)
Şixulêd Îsaye li dor-berê çʼemê Ûrdunê û nav Celîlê (2:1–12:50)
Îsa xatirê Xwe ji şagirtêd Xwe dixwaze, dil dide li ber wan û bona wan dua dike (13:1–17:26)
Girtin, dîwankirin, xaçkirin û definkirina Îsa (18:1–19:42)
Rʼabûna Îsaye ji mirinê û xuyabûna Wî (20:1-31)
Paşgotin: Xuyabûneke din Celîlêda (21:1-25)
Currently Selected:
Yûhʼenna Pêşgotin: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: