YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 1

1
Pêşgotina Lûqa Tʼêyofîlorʼa
1Tʼêyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa rʼêz kin, 2çawa ewêd ku pêşîyê bi çʼeʼvê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, merʼa gotin. 3Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim, 4wekî tu rʼastîya wan tiştêd ku hîn bûyî, bizanibî.
Mizgînîya milyakʼet bona bûyîna Yûhʼennayê nixumdar
5Çaxê Hêrodes pʼadşayê Cihûstanê bû, kʼahînek ji bereka Ebîya hebû, navê wî Zekerîya bû. Jina wî jî ji eʼsilê Harûn bû, navê wê Êlîzabêt. 6Evana her du jî li ber Xwedê rʼast bûn û nav hʼemû tʼemî û qanûnêd Xudanda bêqusûr diçûn. 7Lê zarʼêd wan tʼunebûn, çimkî Êlîzabêtê zarʼ nedanîn û her duya jî eʼmirê xwe derbaz kiribûn.
8Awa çaxê Zekerîya dora bereka xweda xizmetkʼarîya kʼahîntîyê li ber Xwedê dikir, 9bi eʼdetê kʼahîntîyêda pʼeşk wîrʼa kʼet, ku herʼe pʼaristgeha Xudan, bixûrê bişewitîne. 10Û dema şewitandina bixûrê, tʼemamîya cimeʼtê derva dua dikir. 11Hingê milyakʼetê Xudan wîva xuya bû û alîyê rʼastêva kʼêleka gorîgeha bixûrê sekinî. 12Çaxê Zekerîya dît, tʼevîhev bû û saw kʼete ser wî. 13Lê milyakʼet wîrʼa got: «Zekerîya, netirse! Dua te hate bihîstinê, kʼulfeta te Êlîzabêtê terʼa kurʼekî bîne û tê navê wî Yûhʼenna daynî.
14Ewê terʼa bibe eşq û şayî
û gelekê bi bûyîna wî şa bin.
15Çimkî ewê li ber Xudan mezin be.
Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe#1:15 Eva zarʼa, awa gotî Yûhʼennayê nixumdar yekî «nezîr» dihate hʼesabê. Bona cûrʼe-cûrʼe qeyde-qanûnêd nezîr Jimar 6:1-21-da bixûnin. .
Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.
16Wê ji zarʼêd Îsraêlê geleka berbi Xudan Xwedêyê wan vegerʼîne.
17Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe#1:17 Malaxî 4:5-6. ,
wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne,
wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke».
18Zekerîya milyakʼetrʼa got: «Ezê vê yekê çawa bizanibim? Ez kal im û kʼulfeta min jî eʼmirê xwe îdî derbaz kirîye»#1:18 Destpêbûn 18:11. .
19Milyakʼet lê vegerʼand û gotê:
«Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim.
Û ez hatime şandinê,
ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te#1:19 Danîyêl 8:16; 9:21. .
20Va tê lal bî û nikaribî xeber dî,
hʼeta wê rʼoja ku ev tişt bêne sêrî,
çimkî te ew gotinêd min bawer nekirin,
ku wê wextê xweda bêne sêrî».
21Hʼeta hingê cimeʼt hîvîya Zekerîya bû û eʼcêbmayî diman, ku ew pʼaristgehêda derengî dikʼet. 22Û çaxê ew derkʼete derva, îdî nikaribû wanarʼa xeber da. Wana şik bir, ku pʼaristgehêda tişt hatîye li ber çʼeʼva. Û ewî bi nîşana wanarʼa xeber dida û lal ma. 23Gava rʼojêd xizmetkirina wî xilaz bûn, çû mala xwe. 24Pey wan rʼojarʼa, kʼulfeta wî, Êlîzabêt hʼemle derkʼet, pênc meha ewê xwe vedişart û digot: 25«Ev çi yek bû van rʼojada Xudan bona min kir, hʼalê minda nihêrʼî û qara min ji nav meriva da hildanê».
Mizgînîya milyakʼet bona bûyîna Îsa
26Meha şeşada Xwedê milyakʼet Cibrayîl şande bajarekî Celîlê ku navê wî Nisret bû, 27cem qîzeke bikʼir, ya ku merivekî bi navê Ûsivê mala Dawidrʼa nîşankirî bû. Navê qîzikê Meryem bû. 28Milyakʼet wêva xuya bû û gotê: «Silav li te qîzika kʼerem lê bûyîyê, Xudan tʼevî te ye#1:28 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Tu nav kʼulfetada bimbarek î». ». 29Ewa ser gotina wî tʼevîhev bû û fikirî: «Gelo ev çi silav e?» 30Û milyakʼet jêrʼa got: «Meryem, netirse! Çimkî te kʼerem ji Xwedê stand. 31Va tê hʼemle derêyî Kurʼekî bînî û navê Wî Îsa daynî.
32Ewê mezin be û Kurʼê Yê Herî Jorin wê bê gotinê.
Û Xudan Xwedê wê tʼextê bavê Wî Dawid bide Wî.
33Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê ser mala Aqûb bike
û xilazîya Pʼadşatîya Wî wê tʼunebe».
34Meryemê milyakʼetrʼa got: «Ev yekê çawa bibe, çimkî ez hela hê qîz im?» 35Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê. 36Va ye omida te Êlîzabêt jî, ya ku bêzurʼet dihate gotinê, wê mezinayîya xweda eva meha şeşa ye kurʼekîda hʼemle ye. 37Çimkî cem Xwedê tiştekî nebûyînê tʼune». 38Wî çaxî Meryemê got: «Ez carîya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe». Û milyakʼet ji cem wê çû.
Meryem serîkî Êlîzabêtê dixe
39Wan rʼojada Meryem rʼabû lez çû alîyê çʼîya, bajarekî Cihûda. 40Ew kʼete mala Zekerîya û silav da Êlîzabêtê. 41Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarʼok zikê wêda livîya. Êlîzabêt Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bû 42û bi dengekî bilind kire gazî got: «Tu nav kʼulfetada bimbarek î û berê zikê teda jî bimbarek e. 43Ev çi bextewarîk e ku dîya Xudanê min ser minda hat? 44Gava dengê silava te kʼete guhê min, zarʼok zikê minda ji şabûna lîst. 45Xwezî li wê, ku gotina Xudan bawer dike, ku çi jêrʼa hatîye gotinê, wê bê sêrî». 46Meryemê got#1:46-55 Pʼadşatî I, 2:1-10. :
«Nefsa min pesinê Xudan dide
47û rʼuhʼê min bi Xwedê Xilazkirê min şa dibe,
48çimkî Ewî berê Xwe milûktîya carîya Xweda kir.
Va ji vir şûnda hʼemû nisilê xwezîya xwe li min bînin,
49çimkî Xwedêyê Zor bona min tiştêd pʼirʼ mezin kirin.
Navê Wî pîroz e.
50Rʼeʼma Wî qirʼne-qirʼne li ser wan e,
yêd ku ji Wî ditirsin.
51Qewata destê Xwe Ewî da kʼifşê
û yêd ku dilê xweda kʼubar-babax in bela-belayî kirin.
52Yêd qewat ji kʼursîya anîn xwarê
û yêd milûk bilind kirin#1:52 Îbo 12:19; 5:11. .
53Yêd birʼçî bi tiştêd qenc tʼêr kirin
û yêd dewletî destvala verʼêkirin.
54Rʼeʼma Xwe anî bîra Xwe,
alî xulamê Xwe, Îsraêl kir,
55çawa kal-bavêd me, Birahîm û zurʼeta wîrʼa bona hʼeta-hʼetayê sozê Xwe dabû»#1:55 Mîxa 7:20; Destpêbûn 17:7. .
56Meryem weke sê meha cem Êlîzabêtê ma, paşê vegerʼîya mala xwe.
Bûyîna Yûhʼennayê nixumdar
57Awa dema welidandina Êlîzabêtê pêrʼa gihîşt, kurʼek jêrʼa bû. 58Heval-hogirêd wê bihîstin ku Xudan rʼeʼma xweye mezin bona wê kirîye, tʼevî wê şa dibûn.
59Rʼoja hʼeyştada hatin ku kurʼik sinet kin û navê bavê wî Zekerîya lê kin. 60Lê dîya wî got: «Na, navê wî gerekê Yûhʼenna be». 61Wêrʼa gotin: «Nava merivêd teda bi wî navî kesek tʼune». 62Hingê wana bi nîşana ji bavê wî pirsîn ku çi navî dixwaze wî ke. 63Ewî jî tʼextek xwest û li ser nivîsî: «Navê wî Yûhʼenna ye». Hʼemû eʼcêbmayî man. 64Destxweda zar-zimanê wî vebû, xeber da, şikirî da Xwedê. 65Tirsê hʼemû cînarêd wan girt û tʼemamîya çʼîyayêd Cihûstanêda bona vê yekê dihate gotinê. 66Hʼemûyêd ku dibihîstin, bîra xweda xwey dikirin, digotin: «Gelo ev kurʼikê bibe çi?» Çimkî destê Xudan pêrʼa bû.
Pʼêxembertîya Zekerîya
67Bavê wî Zekerîya bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bû, pʼêxembertî kir û got:
68«Şikir ji Xudan Xwedêyê Îsraêlêrʼa
ku serîk da cimeʼta Xwe û azayî jêrʼa anî#1:68 Zebûr 41:13; 111:9. .
69Ji mala xulamê Xwe Dawid
bona me Xilazkirekî zor#1:69 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Stirûkî xilazkirinê». Stirû gelek cara çawa nîşana qewatê ye. rʼakir,
70çawa Ewî hê berêda bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotîye,
71ku em ji dijminêd xwe
û destê hʼemû xêrnexwaza xilaz bin#1:71 Zebûr 106:10. ,
72rʼeʼmê kal-bavêd me bike,
peymana Xweye pîroz
73û wê sonda ku bavê me Birahîmrʼa xwar bîr bîne#1:73 Zebûr 106:45-46; Zebûr 105:8-9; Destpêbûn 17:7. ,
74wekî ji destê dijmina azabûyî,
em bikaribin bê tirs û xof,
75hʼemû rʼojêd eʼmirê xweda,
rʼast û hʼelal Wî bihʼebînin.
76Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê,
tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî#1:76 Îşaya 40:3; Malaxî 3:1.
77û zanebûna azayîyê bidî cimeʼta Wî
bi baxşandina gunêd wan.
78Ji rʼeʼm û hʼuba Xwedêyê me
çawa jorda rʼo ku dertê, usa wê serîkî bide me,
79wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke
û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê»#1:79 Malaxî 4:2; Îşaya 9:2; 58:8; 60:1-2. .
80Kurʼik mezin dibû û bi rʼuhʼ qewat digirt û hʼeta rʼoja Îsraêlêva xuya bû jî li berʼîyê dima.

Currently Selected:

Lûqa 1: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in