Lûqa 11
11
Hînkirina bona duakirinê
(Metta 6:9-13; 7:7-11)
1Carekê Îsa cîkî dua dikir, gava xilaz kir, ji şagirtêd Wî yekî jêrʼa got: «Xudan, me hînî duakirinê ke, çawa Yûhʼenna şagirtêd xwe hîn kirin». 2Ewî wanarʼa got: «Gava hûn dua dikin, aha bêjin:
Bavo#11:2 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Bavê meyî eʼzmana». ,
Navê Te pîroz be.
Pʼadşatîya Te bê#11:2 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Eʼmirê Te be, çawa li eʼzmên usa jî li ser eʼrdê». .
3Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me.
4Û gunêd me bibaxşîne,
çimkî em jî dibaxşînine hʼemû deyndarêd xwe
û me nebe cêrʼibandinê#11:4 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Lê me ji yê xirab xilaz ke». ».
5Û wanarʼa got: «Ji we kʼîjan e ku dostekî wî hebe û nîvê şevê herʼe mala wî jêrʼa bêje: ‹Dosto, sê nana deynî bide min. 6Çimkî pismamekî min ji rʼê dagerʼîyaye hatîye mala min, tiştekî minî xwarinê tʼune, ku daynime ber wî›. 7Û ew jî hindurʼda lê vegerʼîne û bêje: ‹Derî îdî dada ye, ez û zarʼêd xweva jî nava cî-nivînada ne, zeʼmetê nede min, ez nikarim rʼabim bidime te›. 8Ez werʼa dibêjim, heger ew bona dostîyê jî rʼanebe nên nede wî, lê bona bêarzîya wî wê rʼabe çiqas jêrʼa lazim be bide wî. 9Ez werʼa dibêjim, bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. 10Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber wî vedibe.
11Ji we kʼîjan e ew bav, ku kurʼê wî meʼsî bixwaze, dewsa meʼsî meʼr bidê#11:11 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Kurʼê wî nan jê bixwaze, kevir bidê?» , 12yan jî hêkê bixwaze, dûpʼişkê bidê? 13Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».
Îsa û Belzebûl
(Metta 12:22-30; Marqos 3:20-27)
14Carekê Îsa cinê lal ji yekî derdixist, çaxê ku cin derkʼet, ewî lal xeber da û eʼlalet zendegirtî ma. 15Lê ji wan hineka got: «Ew bi hʼukumê Belzebûlê serwêrê cina cina derdixe». 16Hineka jî Ew dicêrʼiband, nîşanêd eʼzmên ji Wî dixwestin. 17Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn û wanarʼa got: «Her pʼadşatîya ku nava wêda tʼifaq tʼunebe wê wêran be û mala ku bêtʼifaqî bikʼevê, ew mal namîne. 18Hûn dibêjin, ku Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim. Lê heger mîrêcin nava xweda bêtʼifaq be, pʼadşatîya wî wê çawa bimîne? 19Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên#11:19 Aha jî tê feʼmkirinê: «Zarʼêd we». bi çi derdixin? Heger usa be, ewê we lomekʼar kin. 20Lê heger Ez bi tʼilîya Xwedê cina derdixim, wekî usa ye Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we. 21Çaxê yekî qewat bi çʼek xweyîtîyê mala xwe dike, tʼu tiştê wî zirar lê nabe. 22Lê gava yekî ji wî qewattir bê û wî bigire, wê ew çʼekê ku wî gumana xwe dabû ser jê bistîne, hebûka wî jî bela ke. 23Kʼî ku ne tʼevî Min e, miqabilî Min e û kʼî ku tʼevî Min tʼop nake, bela dike.
Vegerʼandina rʼuhʼê hʼeram
(Metta 12:43-45)
24Çaxê rʼuhʼê hʼeram ji mêriv dertê, cîyê bê av digerʼe, ku rʼihʼetîyê bibîne û gava nabîne, dibêje: ‹Ez vegerʼime wê mala xweye ku jê derkʼetime›. 25Û gava tê, paqijkirî û hevdayî dibîne. 26Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe».
Xwezilîya rʼast
27Çaxê Îsa hê xeber dida, ji nava eʼlaletê kʼulfetekê dengê xwe bilind kir û Wîrʼa got: «Xwezî li wî betʼinî, ku Tu xweda xweykirî û wan bistana, ku şîr dane Te». 28Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».
Kʼeremetekê çawa nîşan dixwazin
(Metta 12:38-42; Marqos 8:12)
29Çaxê eʼlalet ser Wî dicivîya, Îsa destpêkir û got: «Eva nisila xirab e, nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember. 30Çawa Ûnis bona Nînewaya bû nîşan, usa jî Kurʼê Mêriv wê vî nisilîrʼa bibe nîşan#11:30 Ûnis 3. . 31Pʼadşa Başûrê wê Rʼoja Axretê tʼevî merivêd vî nisilî rʼabe û wan neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye#11:31 Pʼadşatî III, 10:1-13. . 32Merivêd Nînewayê Rʼoja Axretê wê tʼevî vî nisilî rʼabin û wan neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan. Va ye Yekî ji Ûnis mestir li vir heye.
Çʼira bedenê
(Metta 5:15; 6:22-23)
33Kesek çʼirê vênaxe û danayne cîyê xewle, ne jî dike binê firaqê, lê datîne ser pʼêçʼirê, wekî ewê ku dikʼevine hindurʼ, rʼonayê bibînin. 34Çʼira bedena te çʼeʼvê te ye. Heger çʼeʼvê te pʼak e, tʼemamîya bedena teyê rʼonayî be. Lê heger çʼeʼvê te xirab e, bedena teyê jî teʼrî be. 35Awa haş ji xwe hebe, dibe ku ew rʼonaya nava teda teʼrî ye. 36Heger tʼemamîya bedena te rʼonayî ye û pʼareke teʼrî tʼune, hʼemûyê jî rʼonayî be, çawa çʼira bi şewqa xwe te rʼonayî dike».
Îsa fêrisî û qanûnzana neheq dike
(Metta 23:1-36; Marqos 12:38-40; Lûqa 20:45-47)
37Gava xeberdana Xwe xilaz kir, yekî fêrisî hîvî jê kir ku herʼe tʼevî wî nan bixwe. Ew jî çû, li ser sifrê rʼûnişt. 38Gava fêrisî dît ku Ewî pêşîya nanxwarinê li gora eʼdetê dîn destêd Xwe neşûştin, zendegirtî ma. 39Lê Xudan wîrʼa got: «Awa hûn fêrisîya tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindurʼva bi timayê û xirabîyava tʼijî ye. 40Bêfeʼmno! Ewê ku derva çêkir, hindurʼ çênekir? 41Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be. 42Lê wey li we fêrisîya! Hûn dehekê pûngê, ceʼtʼrîyê û hʼemû pʼincarʼa didin, lê heqîyê û hʼizkirina Xwedê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda. 43Wey li we fêrisîya, ku hûn kʼinîştada kʼursîyêd pêşin hʼiz dikin, bazarada jî silava. 44Wey li we! Hûn mîna tʼirbêd bê nav-nîşan in, ku meriv ser wan digerʼin û nizanin». 45Ji qanûnzana yekî lê vegerʼand û got: «Dersdar, Tu bi van xebera me jî bêhurmet dikî». 46Ewî got: «Wey li we qanûnzana jî, çimkî hûn barêd giran didine ser milê meriva, lê tʼilîke xwe jî nadine wan bara. 47Wey li we, ku hûn tʼirbêd wan pʼêxembera çêdikin, yêd ku kal-bavêd we ew kuştine. 48Bi wê yekê hûn şeʼdetîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana pʼêxember dikuştin û hûn tʼirbêd wan çêdikin. 49Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›. 50Bona vê yekê xûna hʼemû pʼêxembera, ku ji wextê eʼfirandina dinyayêda hatîye rʼêtinê, ji vî nisilî wê bê xwestinê, 51ji xûna Habîl hʼeta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û pʼaristgehêda hate rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê. 52Wey li we qanûnzana, ku we kʼilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn kʼetinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bikʼevinê». 53Û gava Ew rʼabû ku herʼe, qanûnzan û fêrisî qilqilîn, bona gelek tişta Wîrʼa kʼetine deʼwê. 54Û ber devê Wî sekinî bûn, wekî bi xeberekê bikaribin Wî bigirin û gunekʼar kin.
Currently Selected:
Lûqa 11: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011