Lûqa Pêşgotin
Pêşgotin
Lûqa yekî yûnanî doxtor (hʼekîm) û dîrokzan (tʼarîxzan) bû. Evî tʼevî Pawlos gelekî rʼêwîtî kirîye (Filîmon 24; Kolosî 4:14; Tîmotʼêyo II, 4:11) û nava şixulê şandîtîya Pawlosda jî gelekî alîkʼarîya wî kirîye.
Bi fikira gelek zana eva Mizgînîya nêzîkî sala 80-î hatîye nivîsarê, cîkî neeʼyan ji Filistînê der.
Destpêbûna kʼitêbêda derheqa bûyîna Yûhʼennayê nixumdar, mizgînîya bûyîna Îsa û şikirdayîna çend merivada nivîsar e, kʼîjana hatina Îsaye ji Xwedêda didane kʼifşê. Vê Mizgînîyêda bona eʼmirê Îsa hê gelekî dibêje, ji bûyîna Yûhʼennayê nixumdar girtî hʼeta ji nav mirîya rʼabûna Îsa. Lûqa xwestîye derheqa eʼmirê Îsada bi hûr-gilî binivîse. Pey mirin-rʼabûna wîrʼa Lûqa derheqa belabûna Mizgînîyêda kʼitêba «Kʼarêd Şandîya» nivîsîye.
«Mizgînîya li gora Lûqa» eʼyan dike ku Îsa çawa Xilazkirê sozdayî bona Îsraêlê ji Xwedêda şandî ye û usa jî Xilazkirê hʼemû meriva ye. Eva Mizgînîya bi tiherekî başqe hʼizkirina Xwedê dide kʼifşê, îlahî hindava merivêd şkestîda. Geleka navê vê mizgînîyê danîye: «Mizgînîya bona gunekʼara, şkestîya, belengaza, bêxweya, jinebîya û xerîba».
Vê Mizgînîyêda fikira «şabûn û şikirdayînê» jî heye, îlahî serîyêd pêşinda, ku li ser eʼlamkirina hatina Îsa dinivîse. Çend kʼulamêd şikirdayînê jî vira hene û xwedênasa gelek qurʼnada bi van kʼulama hʼebandina xwe derbaz kirine. Mesele, kʼulama milyakʼeta (2:14), ya Meryemê (1:46-55), ya Zekerîya (1:68-79) û ya Şimhʼûn (2:29-32). Xilazîya kʼitêbêda jî nêta şabûnê kʼifş dibe, li kʼu Îsa diçe eʼzmên û yêd li pey Îsa pʼaristgehêda dicivin, şikirîya xwe didine Xwedê (24:52-53).
Hinek pʼarêd berbiçʼeʼv jî ew in, ku çend serhatî û mesele tʼenê vê mizgînîyêda hene. Awa mesele: Kʼulama milyakʼeta, dema bûyîna Îsa, hazirîya şivana, Îsayê donzdeh salî pʼaristgehêda, mesela «kurʼê undabûyî û birê wî», tʼobekirina qaçaxekî ser xaçê û tiştêd mayîn.
Serecema fikira kʼitêbê
Pêşgotina Lûqa (1:1-4)
Bûyîna Yûhʼennayê nixumdar, bûyîna Îsa û zarʼotîya wan (1:5–2:52)
Qulixê Yûhʼennayê nixumdar (3:1-20)
Nixumandin û cêrʼibandina Îsa (3:21–4:13)
Dannasînî û şixulêd Îsaye li Celîlêda (4:14–9:50)
Rʼîya Îsaye ji Celîlê hʼeta Orşelîmê (9:51–19:27)
Hʼeftîya Îsaye xilazîyê li Orşelîmê û dor-berêd wêda (19:28–23:56)
Rʼabûna Îsaye ji mirinê, xuyabûna Wî şagirtava û jorhilatina Wî (24:1-53)
Currently Selected:
Lûqa Pêşgotin: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011