YouVersion Logo
Search Icon

Metta 11

11
Îsa caba pirsa Yûhʼennayê nixumdar dide
(Lûqa 7:18-35)
1Çaxê Îsa tʼemîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke.
2Gava Yûhʼenna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd#11:2 Nav hinek destnivîsarada dewsa «çend şagirt» «du şagirt» heye. xwe şandine cem Wî 3û jê pirsîn: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» 4Îsa caba wan da û got: «Herʼin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhʼennarʼa bêjin. 5Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê. 6Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».
7Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje? 8Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Merivekî kʼincê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku kʼincê nazik li xwe dikin, ew malêd pʼadşada ne? 9Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Pʼêxemberekî? Belê ez werʼa dibêjim, ji pʼêxemberekî jî mestir e. 10Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›#11:10 Malaxî 3:1. . 11Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e. 12Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin#11:12 Aha jî tê feʼmkirinê: «Pʼadşatîya Eʼzmana bi qewatê pêşda diçe û yêd zorbe dest dixin». . 13Çimkî hʼemû pʼêxembera û Qanûnê hʼeta Yûhʼenna bona Pʼadşatîya Eʼzmana şeʼdetî dan#11:13 Aha jî tê feʼmkirinê: «Çimkî hʼemû pʼêxembera û Qanûnê hʼeta Yûhʼenna pʼêxembertî kirin». . 14Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata#11:14 Malaxî 4:5. . 15Guhê kʼê heye bira bibihê.
16Niha Ez vî nisilî mîna çi bişibînim? Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarada rʼûniştî ne, gazî hevalêd xwe dikin 17û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ gotin, we şîn nekir›. 18Yûhʼenna hat, ne dixwar, ne vedixwar û digotin: ‹Cin wîda heye›. 19Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd#11:19 Nav hinek destnivîsarada dewsa «eʼmel» «zarʼ» heye. xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».
Bajarêd nebawer
(Lûqa 10:13-15)
20Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, kʼîjanada gelek kʼeremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê venegerʼîyan. 21«Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana. 22Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê, hʼalê Sûrê û Saydê wê ji hʼalê we çêtir be. 23Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima. 24Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodomê wê ji hʼalê te çêtir be».
Werin cem min û hêsa bin
(Lûqa 10:21-22)
25Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin. 26Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.
27Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.
28Werine cem Min hʼemûyêd westîyayî û bargiran û Ezê rʼihʼetîyê bidime we. 29Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin. 30Çimkî nîrê Min rʼihʼet e û barê Min sivik e».

Currently Selected:

Metta 11: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in