YouVersion Logo
Search Icon

Metta 12

12
Pirsa rʼoja şemîyê
(Marqos 2:23-28; Lûqa 6:1-5)
1Hingê Îsa rʼojeke şemîyê nava zevîyarʼa derbaz bû, şagirtêd Wî birʼçî bûn û destpêkirin simbilêd genim çinîn û xwarin. 2Gava fêrisîya ev yek dît, Wîrʼa gotin: «Hela binihêrʼe, şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin».
3Îsa wanarʼa got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? 4Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî xwar, ew nan ne wîrʼa cayîz bû bixwara, ne jî ewêd tʼevî wîrʼa, lê tʼenê kʼahînarʼa?#12:4 Qanûna Kʼahîntîyê 24:9; Pʼadşatî I, 21:1-6. 5Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku kʼahîn rʼojêd şemîyê pʼaristgehêda şemîyê dihʼerʼimînin û dîsa bê sûc in? 6Lê Ez werʼa dibêjim, ku li vir Yekî ji pʼaristgehê mestir heye. 7Heger we zanibûya meʼna vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›#12:7 Hosêya 6:6. , hingê weyê yêd bêsûc gunekʼar nekirana. 8Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye».
Îsa rʼoja şemîyê merivê ku destê wî kʼişîyabû qenc dike
(Marqos 3:1-6; Lûqa 6:6-11)
9Îsa ji wir rʼabû çû, hate kʼinîşta wan. 10Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?»
11Ewî jî wanarʼa got: «Ew ji we kʼî ye, ku pezeke wî hebe û rʼoja şemîyê bikʼeve çʼeʼlê, wê negire û dernexe? 12Lê însan çiqas ji pêz qîmettir e! Awa rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e». 13Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû. 14Lê fêrisî derkʼetine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa Wî bidine kuştinê.
Xulamê Xwedêyî bijartî
15Û gava Îsa pê hʼesîya, ji wê derê çû, gelek eʼlalet jî pey Wî çû. Ewî hʼemû jî qenc kirin 16û tʼemî da wan ku bona Wî nekine dengî. 17Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî:
18«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye
û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye.
Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî
û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.
19Ewê ne bikʼeve hʼucetê, ne bike qarʼe-qarʼ
û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê.
20Ew qamîşê pʼerçʼiqî hûr nake,
pʼilta diçʼirûse vênasîne,
hʼeta ku heqîyê bigihîne sêrî.
21Û hʼemû milet wê gumana xwe daynine ser navê Wî».#12:18-21 Îşaya 42:1-4.
Îsa û Belzebûl
(Marqos 3:20-30; Lûqa 11:14-23; 12:10)
22Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da. 23Û tʼemamîya eʼlaletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kurʼê Dawid?»
24Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».
25Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn û wanarʼa got: «Her pʼadşatîya ku nav wêda tʼifaq tʼunebe wê wêran be û her bajar yan mala ku li nava wêda tʼifaq tʼunebe ew namîne. 26Heger mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava pʼadşatîya wîda bêtʼifaqî heye, îdî pʼadşatîya wî wê çawa bimîne? 27Heger Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hʼakimêd we. 28Lê heger Ez bi hʼukumê Rʼuhʼê Xwedê cina derdixim, îdî Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we. 29Yan çawa yek dikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke.
30Kʼî ku ne tʼevî Min e, miqabilî Min e û kʼî ku tʼevî Min tʼop nake, bela dike. 31Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼ bêje, li wî nayê baxşandinê. 32Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.
Dar û berê wê
(Lûqa 6:43-45)
33Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê. 34Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje. 35Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe. 36Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê meriv bona her xebereke pʼûçʼ ku xeber didin wê cabdar bin. 37Çimkî hûnê bi xeberêd xwe bêsûc bin û bi xeberêd xwe gunekʼar bin».
Kʼeremetekê çawa nîşan dixwazin
(Marqos 8:11-12; Lûqa 11:29-32)
38Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisîya Wîrʼa gotin: «Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji Te bibînin». 39Ewî li wan vegerʼand û got: «Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember. 40Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma#12:40 Ûnis 1:17. , Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne. 41Merivêd Nînewayê wê Rʼoja Axretê rʼabin û vî nisilî neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan û va Yekî ji Ûnis mestir li vir heye. 42Pʼadşa Başûrê#12:42 Pʼadşati III, 10:1-13. Ew pʼadşa ji Şeba Eʼrebistanê hate cem Silêman pʼadşa. Rʼoja Axretê wê rʼabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye.
Paşda hatina rʼuhʼê hʼeram
(Lûqa 11:24-26)
43Çaxê rʼuhʼê hʼeram ji mêriv dertê, cîyê bê av digerʼe ku rʼihʼetîyê bibîne. Lê gava nabîne, 44hingê ew dibêje: ‹Ez vegerʼime wê mala xweye ku jê derkʼetime›. Gava ew tê, dibîne wê mal vala, paqijkirî û hevdayî ye. 45Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab».
Dê û birayêd Îsa
(Marqos 3:31-35; Lûqa 8:19-21)
46Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana. 47Yekî jêrʼa got: «Va dîya Te û birayêd Te derva ne û dixwazin tʼevî Te xeber din». 48Ewî jî li wî vegerʼand û gotê: «Kʼî ye dîya Min û kʼî ne birayêd Min?» 49Hingê destê Xwe dirêjî şagirtêd Xwe kir û got: «Va ne dê û birayêd Min! 50Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».

Currently Selected:

Metta 12: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in