YouVersion Logo
Search Icon

Metta 15

15
Rʼaw-rʼizimêd kal-bava û xebera Xwedê
(Marqos 7:1-13)
1Hingê fêrisî û qanûnzanêd Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê: 2«Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin».
3Ewî li wan vegerʼand û got: «Lê hûn çima bona rʼaw-rʼizimêd xwe pey tʼemîyê Xwedê naçin? 4Çimkî Xwedê got: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire›#15:4 Derkʼetin 20:12; Qanûna Ducarî 5:16. û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje gerekê bê kuştinê›#15:4 Derkʼetin 21:17; Qanûna Kʼahîntîyê 20:9. . 5Lê hûn dibêjin: ‹Ewê ku dîya xwerʼa yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te ew Xwedêrʼa tê dayînê, 6îdî ji wî nakʼeve ku ew qedirê dê û bavê xwe bigire›. Bi vî awayî bona xatirê rʼaw-rʼizimêd xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî. 7Durʼûno! Îşaya bona we rʼast pʼêxembertî kirîye û gotîye:
8‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire,
lê dilê wan ji Min dûr e.
9Badîhewa Min dihʼebînin,
tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›#15:9 Îşaya 29:13. ».
Tiştêd ku mêriv dihʼerʼimînin
(Marqos 7:14-23)
10Hingê Îsa eʼlalet gazî cem Xwe kir û gote wan: «Bibihên û feʼm bikin! 11Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva dihʼerʼimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva dihʼerʼimîne».
12Hingê şagirtêd Wî hatin û gotine Wî: «Tu zanî gava fêrisîya ev xeber bihîst, dilê wan ma?» 13Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê. 14Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê». 15Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Vê meselê merʼa şiroveke».
16Îsa got: «Hûn jî hela hê feʼm nakin? 17Çima hûn feʼm nakin, çi ku diçe dêv, derbazî nav-dil dibe û derdikʼeve derva? 18Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dihʼerʼimînin. 19Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên. 20Ev in ku meriva dihʼerʼimînin, lê destneşûştî nanxwarin meriva nahʼerʼimîne».
Bawerîya kʼulfeta kenanî
(Marqos 7:24-30)
21Îsa rʼabû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê. 22Û va kʼulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kurʼê Dawid, min were rʼeʼmê. Qîza min cina dikʼeve, gelekî cefê dibîne». 23Lê Ewî caba wê neda. Şagirtêd Wî nêzîkî Wî bûn hîvî jê kirin û gotin: «Tiştekî bêje vê, bira dûrî me kʼeve, çimkî pey me kʼetîye dike qarʼe-qarʼ». 24Ewî cab da û got: «Ez tʼenê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê». 25Lê ew kʼulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!» 26Ewî li wê vegerʼand û gotê: «Ev ne rʼast e, wekî nanê ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». 27Ewê jî got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ku ji sifra xweyê wan dikʼevine eʼrdê dixwin?» 28Wî çaxî Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te terʼa be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû.
Qenckirina geleka
29Îsa ji wir çû ber gola Celîlê, rʼabû serê çʼîyê rʼûnişt. 30Eʼlaleteke giran hate cem Wî, ku tʼevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşeʼt û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber pʼîyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin. 31Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan.
Îsa çar hʼezara tʼêr dike
(Marqos 8:1-10)
32Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got: «Gunê Min vê eʼlaletê tê. Eva sê rʼoj e tʼevî Min e û tiştekî wanî xwarinê tʼune. Ez naxwazim wan birʼçî verʼêkim ku rʼêva dilê wan xweva herʼe». 33Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Li vê berʼîyê emê ji kʼu haqas nan bînin, wekî evê eʼlaleta giran tʼêr kin?» 34Îsa wanarʼa got: «Çend nanê we hene?» Wana got: «Hʼeft nan û çend meʼsîyêd hûr».
35Îsa eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. 36Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê. 37Hʼemûya jî tʼêr xwar û hʼeft zembîl jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. 38Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa, weke çar hʼezar mêrî bûn. 39Paşê Ewî eʼlalet verʼêkir, kʼete qeyikekê û hate sînorê Megedanê.

Currently Selected:

Metta 15: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in