YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 1

1
Dannasînîya Yûhʼennayê nixumdar
(Metta 3:1-12; Lûqa 3:1-18; Yûhʼenna 1:19-28)
1Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû: 2Çawa ku kʼitêba Îşaya Pʼêxemberda hatîye nivîsarê:
«Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim.
Ewê bona Te rʼê hazir ke»#1:2 Malaxî 3:1. .
3«Dengek berʼîyêda dike gazî:
‹Rʼîya Xudan hazir bikin
û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›#1:3 Îşaya 40:3. ».
4Awa Yûhʼenna berʼîyêda xuya bû, cimeʼt dinixumand û dannasîn dikir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê, wekî gunêd wan bêne baxşandinê. 5Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn. 6Yûhʼenna kʼinceke ji pirʼçʼa devê li xwe kiribû û li pişta xwe jî qayîşeke çʼerm girêdabû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 7Ewî dannasîn dikir û digot: «Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê Wî jî vekim. 8Min hûn bi avê nixumandin, lê Ewê we bi Rʼuhʼê Pîroz binixumîne».
Îsa tê nixumandin û cêrʼibandinê
(Metta 3:13–4:11; Lûqa 3:21-22; 4:1-13)
9Û wan rʼojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhʼenna çʼemê Ûrdunêda hate nixumandinê. 10Hema çawa Îsa ji avê derkʼet, dît ku eʼzman vebûn û Rʼuhʼ mîna kevotkekê li ser Wî danî. 11Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me».
12Wê gavê Rʼuhʼ berê Îsa da berʼîyê. 13Ew çil rʼojî li berʼîyê ma û ji mîrêcin hate cêrʼibandinê. Ew tʼevî rʼeʼwira bû û milyakʼeta jêrʼa berdestî kirin.
Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike
(Metta 4:12-17; Lûqa 4:14-15)
14Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir 15û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»
Îsa gazî her çar meʼsîgira dike
(Metta 4:18-22; Lûqa 5:1-11)
16Gava Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî Şimhʼûn û Endrawisê birê wî hat. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. 17Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». 18Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn. 19Dema ku Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî hat. Wana qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. 20Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî tʼevî pʼala qeyikêda hişt û pey Wî çûn.
Îsa rʼuhʼê hʼeram derdixe
(Lûqa 4:31-37)
21Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir. 22Ewana li ser hînkirina Wî zendegirtî mabûn, çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzana. 23Hingê kʼinîşta wanda merivek hebû, ku rʼuhʼê hʼeramva girtî bû. Wî kire qîrʼîn û got: 24«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!» 25Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!» 26Hingê rʼuhʼê hʼeram ew veçʼirʼikand û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û jê derkʼet. 27Hʼemû zendegirtî man, hevrʼa kʼetine pirs-pirsîyara û digotin: «Ev çi yek e? Çi hînkirineke nû ye! Bi hʼukum Ew eʼmirî li rʼuhʼêd hʼeram dike û ew jî êlimî Wî dibin». 28Û nav û dengê Îsa pêrʼa-pêrʼa hʼemû dor-berêd Celîlê bela bû.
Îsa gelek nexweşa qenc dike
(Metta 8:14-17; Lûqa 4:38-41)
29Gava ku Îsa ji kʼinîştê derkʼet, tʼevî Aqûb û Yûhʼenna rʼast çûne mala Şimhʼûn û Endrawis. 30Xwesîya Şimhʼûn tʼayêda pʼaldayî bû. Hingê bona wê Îsarʼa gotin. 31Îsa jî çû nêzîk, destê wê girt rʼakir û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî wanrʼa kir. 32Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî. 33Tʼemamîya cimeʼta bajêr li ber dêrî civîya. 34Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûrʼe-cûrʼe qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew Kʼî ye.
Îsa Mizgînîya Xwedê qeza Celîlêda bela dike
35Qereberbanga sibehê rʼabû, derkʼet çû cîkî xewle û wir dua kir. 36Şimhʼûn û yêd tʼevî Wî li Îsa gerʼîyan 37û gava ku wan Ew dît, gotinê: «Hʼemû li Te digerʼin». 38Îsa wanrʼa got: «Em herʼine gund-bajarêd nêzîk, wekî Ez li wan dera jî dannasîn kim, çimkî Ez bona vê yekê hatime». 39Û li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin.
Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike
(Metta 8:1-4; Lûqa 5:12-16)
40Û yekî kʼotî hat, li ber Îsa çok da, rʼeca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî». 41Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» 42Û pey vê gotinêrʼa destxweda kʼotîbûn jê çû û ew paqij bû. 43Îsa pêrʼa-pêrʼa ew derxiste der, hʼişk tʼemî li wî kir 44û wîrʼa got: «Binihêrʼe tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û çawa ku Mûsa tʼemî daye, hʼedîya xwe bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî, ku tu paqij bûyî». 45Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî.

Currently Selected:

Marqos 1: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in