Lûqa 7

7
Qenckirina Xulamê Sersedekî
(Metta 8:5-13; Yûhenna 4:43-54)
1Piştî ku wî ew gotinên ku xelkê guhdarî dikir, xilas kirin, ew ket Kefernahûmê. 2Xulamê sersedekî nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Ew li ba sersed yekî hêja bû. 3Dema wî li ser Îsa bihîst, wî çend ji rihspiyên Cihûyan şandin ba wî û jê lava kir, ku ew bê û xulamê wî xilas bike. 4Gava ew hatin ba Îsa, wan gelek lavlav jê kir û gotin: «Ew hêja ye ku tu vê jê re bikî, 5çimkî ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe kinîşt ji me re ava kiriye.» 6Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan, xwe newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min. 7Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe. 8Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.» 9Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke evqas mezin nedîtiye.» 10Û gava yên şandî vegeriyan mal, wan dît ku xulamê wî sax bûye.
Saxbûna Kurê Jinebiyê
11Ne gelekî piştî vê, Îsa çû nav bajarekî ku jê re Nayîn digotin. Şagirtên wî û elaleteke mezin pê re diçûn. 12Gava ew nêzîkî dergehê bajêr dibû, miriyek ji bajêr derdixistin. Ew kurê diya xwe yê yekta bû û dê jî jinebî bû. Elaleteke mezin ji bajêr bi wê re bû. 13Gava Xudan dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!» 14Ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe lê da û yên ku ew hilgirtibûn, sekinîn. Wî got: «Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!» 15Û yê mirî rabû, rûnişt û dest pê kir, peyivî. Û Îsa ew da diya wî. 16Îcar tirs ket dilê hemûyan. Wan pesnê Xwedê da û digotin: «Pêxemberekî mezin di nav me de rabûye» û «Xwedê hatiye serdana gelê xwe.» 17Û ev gotina ha ya li ser wî li seranserê Cihûstanê û hawirdora wê belav bû.
Îsa Bersîva Pirsa Yûhenna Dide
(Metta 11:1-19)
18Şagirtên Yûhenna jî ji wî re li ser van tiştan hemûyan gotin. Û Yûhenna gazî du şagirtên xwe kir 19û ew şandin ba Xudan, da ku jê bipirsin: «Ma ewê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?» 20Gava ew herdu zilam hatin ba wî, wan jê re got: «Yûhennayê imadkar em şandine ba te, da ku em bipirsin: ‹Ma yê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?›» 21Wê gavê Îsa gelek ji nexweşî, êş û ruhên xerab qenc kirin û çavên gelek koran vekirin. 22Îsa li wan vegerand û got: «Herin û we çi dîtiye û çi bihîstiye ji Yûhenna re bêjin: Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn. 23Û xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
24Gava qasidên Yûhenna çûn, wî dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna got: «Ma hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Çîtikeke ku li ber bayê diheje? 25Nexwe hûn derketin, ku hûn çi bibînin? Ma mirovekî, ku cilên nermîn li xwe kirine? Va ye, yên bi cilên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne. 26Nexwe hûn derketin ku hûn çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim, ji pêxemberekî hê zêdetir. 27Ev ew e, ku li ser hatiye nivîsîn:
‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,
Ewê riya te li pêşiya te amade bike.›#Ji: Melaxî 3:1 28Ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, tu kes ji Yûhenna mezintir tune, lê di Padîşahiya Xwedê de yê herî biçûk ji Yûhenna mezintir e.»
29Gava tevahiya xelkê, heta bi bacgiran jî ev yek bihîst, wan dît ku Xwedê rast e, çimkî bi imadkirina Yûhenna hatibûn imadkirin. 30Lê Fêrisî û Şerîetzanan daxwaza Xwedê ya ku ji bo wan bû red kir, çimkî bi imadkirina Yûhenna nehatibûn imadkirin. 31«Ma ez mirovên vî nifşî bimînînim kê û ew mîna kê ne? 32Ew wek zarokan in ên ku li nav meydana bajêr rûdinin, bang dikin hev û dibêjin:
‹Me ji we re li bilûrê xist û hûn nereqisîn.
Me avêt ser miriyan û hûn negirîn.›
33Çimkî Yûhennayê imadkar hat, ne nan dixwar û ne şerab vedixwar û we digot: ‹Ew bi cinan ketiye.› 34Kurê Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: ‹Ev mirovekî xwera û serxweş e, dostê bacgir û gunehkaran e.› 35Lê şehrezayî ji aliyê hemû zarokên xwe ve rast tê dîtin.»
Lêbihûrtina li Jineke Gunehkar
36Yekî ji Fêrisiyan Îsa vexwend, ku bi wî re xwarinê bixwe. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt. 37Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî. 38Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da. 39Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.»
40Îsa jê re got: «Şimûn, ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim.» Wî got: «De bêje, mamoste.» 41«Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî deyndar bû. 42Lê ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, ew li herduyan jî bihûrt. Îcar kîjan ji herduyan wê bêtir ji wî hez bike?» 43Şimûn lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.» Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.» 44Wî berê xwe da jinê û ji Şimûn re got: «Tu vê jinê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin. 45Te ramûsanek jî neda min, lê wê ji hinga ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye. 46Te rûnê zetyê li serê min neda, lê wê rûnekî bîhnxweş li lingên min da. 47Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.» 48Û wî ji wê re got: «Li gunehên te hat bihûrtin.» 49Yên ku pê re li ser sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: «Gelo ev kî ye ku li gunehan jî dibihûre?» 50Hingê wî ji jinê re got: «Baweriya te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»

S'ha seleccionat:

Lûqa 7: KURNT

Subratllat

Comparteix

Copia

None

Vols que els teus subratllats es desin a tots els teus dispositius? Registra't o inicia sessió