Metta 21
21
Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
(Marqos 11:1-11; Lûqa 19:28-38; Yûhʼenna 12:12-19)
1Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin 2û wanarʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe û hûnê kʼereke girêdayî ceʼşik ber bibînin. Wan kʼera vekin bînine cem Min. 3Heger yek werʼa tiştekî bêje, hûn bêjin: ‹Xudanrʼa lazim in› û ewê zû wan bişîne».
4Eva usa qewimî, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî:
5«Bêjine bajarê Sîyonê:
‹Va Pʼadşê te tê cem te,
berbihêr, li kʼerê
û ceʼşika kʼerê sîyarbûyî›#21:5 Zekerîya 9:9; Îşaya 62:11. ».
6Şagirt çûn û çawa ku Îsa tʼemî dabû wan usa kirin. 7Kʼer û ceʼşik anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wan û Ew li wan sîyar bû. 8Eʼlaleteke giran kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî çʼiqilê dara dibirʼîn û ser rʼê rʼadixistin. 9Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê!#21:9 Zebûr 118:25-26. Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!#21:9 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Hosanna bilindayîyêda». «Bilindayî» beʼsa cîyê Xwedê dike. »
10Gava Îsa kʼete Orşelîmê, tʼemamîya bajêr hʼejîya û pirsîn: «Ev kʼî ye?» 11Eʼlaletê got: «Eva Îsayê Pʼêxember e, ji Nisreta Celîlê».
Îsa pʼaristgehêda
(Marqos 11:15-19; Lûqa 19:45-48; Yûhʼenna 2:13-22)
12Îsa kʼete pʼaristgehê û hʼemûyêd ku pʼaristgehêda tʼucaretî dikirin derxistin. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin 13û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê hʼesabê›#21:13 Îşaya 56:7. , lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›!#21:13 Yêremîya 7:11. »
14Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin. 15Lê gava ku serekêd kʼahîna û qanûnzana ew kʼeremetêd ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zarʼêd ku pʼaristgehêda dikirine qîrʼîn û digotin: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa!» hêrs kʼetin 16û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanarʼa got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd tʼifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›?#21:16 Zebûr 8:2. »
17Û Ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derkʼet, çû Beytanyayê û şev li wir ma.
Dara hêjîrêye hʼişkbûyî
(Marqos 11:12-14, 20-24)
18Sibehê zû, çaxê Ew vegerʼîya bajêr, birʼçî bû. 19Ser rʼê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêrʼa got: «Ji vir şûnda tu hʼeta-hʼetayê ber nedî!» Û dar pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû.
20Gava şagirta ev yek dît, zendegirtî man û gotin: «Çawa ev dara hêjîrê pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû?» 21Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe. 22Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin».
Pirsa derheqa hʼukumê Îsada
(Marqos 11:27-33; Lûqa 20:1-8)
23Gava Ew hate pʼaristgehê û cimeʼt hîn kir, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Û kʼê ev hʼukum daye Te?» 24Îsa li wan vegerʼand û got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim Ez bi çi hʼukumî van kira dikim. 25Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji kʼu bû, ji eʼzmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê merʼa bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?› 26Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, em ji eʼlaletê ditirsin, çimkî hʼemûya qebûl dikir ku Yûhʼenna pʼêxember bû». 27Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim.
Mesela du kurʼa
28Hûn çawa tʼexmîn dikin? Du kurʼêd merivekî hebûn. Ewî kurʼê xweyî mezinrʼa got: ‹Lawo! Îro herʼe nav rʼez, şixul bike›. 29Ewî lê vegerʼand û got: ‹Ez naçim›, lê paşê pʼoşman bû û çû. 30Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‹Belê, ezê herʼim bavo›, lê neçû. 31Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê. 32Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira.
Mesela rʼezê tirîya û rʼezvana
(Marqos 12:1-12; Lûqa 20:9-19)
33Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilkʼ hebû, rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din. 34Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem rʼezvana, wekî ji berê rʼezê wî jêrʼa bînin. 35Rʼezvana xulamêd wî girtin, yek kʼutan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira. 36Ewî xulamne din şandin, ji yêd pêşin gelektir û wana usa jî anîne serê wan. 37Axirîyê, kurʼê xwe şande cem wan û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›. 38Lê gava rʼezvan çʼeʼv kurʼê wî kʼetin, hevrʼa gotin: ‹Ev warê wî ye. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîratʼa wî›. 39Û ew girtin ji rʼez derxistine der û kuştin. 40Lê gava xweyê rʼez bê, wê çi serê wan rʼezvana bike?» 41Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê».
42Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye?
‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir,
ew bû serê eʼnîşkê.
Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî
û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›#21:42 Zebûr 118:22-23.
43Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne. 44Kʼî ku bikʼeve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne»#21:44 Nav hinek destnivîsarada rʼêza 44-a tʼune. .
45Gava serekêd kʼahîna û fêrisîya meselêd Wî bihîstin, feʼm kirin ku Ew bona wan dibêje. 46Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.
S'ha seleccionat:
Metta 21: KmrNTL
Subratllat
Comparteix
Copia
Vols que els teus subratllats es desin a tots els teus dispositius? Registra't o inicia sessió
© Институт перевода Библии, 2000, 2011