Metta 13

13
Mesela tʼoximrʼeş
(Marqos 4:1-9; Lûqa 8:4-8)
1Wê rʼojê Îsa ji malê derkʼet, li devê golê rʼûnişt. 2Û haqas eʼlalet hate cem Wî, ku Ew kʼerba kʼete qeyikê rʼûnişt û tʼemamîya eʼlaletê devê golê sekinî. 3Ewî gelek tişt bi mesela ew hîn kirin û got: «Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. 4Gava dirʼeşand, hinek ji wan kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. 5Hinekêd din kʼetine ser eʼrdê kevirî, ku li wir xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. 6Lê çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. 7Hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn û ew xeniqandin. 8Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî. 9Guhê kʼê heye bira bibihê!»
Îsa çima bi mesela xeber dide
(Marqos 4:10-12; Lûqa 8:9-10)
10Wê gavê şagirtêd Wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi mesela Tu wanarʼa xeber didî?» 11Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê. 12Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. 13Ez bona wê yekê bi mesela wanrʼa xeber didim, ku ewana dinihêrʼin û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadine ser û feʼm nakin. 14Li ser wan pʼêxembertîya Îşaya tê sêrî ku dibêje:
‹Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin,
hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin.
15Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e,
bi guha giran dibihên
û çʼeʼvêd xwe girtine,
wekî bi çʼeʼva nebînin,
bi guha nebihên
û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin,
ku Ez wan qenc kim›#13:15 Îşaya 6:9-10. .
16Lê xwezî li çʼeʼvêd we, ku dibînin û guhêd we, ku dibihên. 17Ez rʼast werʼa dibêjim, gelek pʼêxember û merivêd rʼast hʼizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.
Şirovekirina mesela tʼoximrʼeş
(Marqos 4:13-20; Lûqa 8:11-15)
18Niha hûn şirovekirina mesela tʼoximrʼeş bibihên. 19Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab#13:19 Bi gotineke din: «Mîrêcin». tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê. 20Ewêd li eʼrdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin. 21Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin. 22Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 23Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».
Mesela genim û zîwanê
24Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand. 25Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû. 26Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêrʼa kʼifş bûn. 27Xulamêd xweyê eʼrdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‹Axayê me! Te nava eʼrdê xweda tʼoximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji kʼu hatin?› 28Ewî li wan vegerʼand û got: ‹Dijminekî ev tişt kirîye›. Xulama jî gote wî: ‹Niha tu qayl î ku em herʼin wan rʼakin?› 29Ewî got: ‹Na, nebe çaxê hûn zîwanê rʼakin, gênim jî pêrʼa derxin. 30Bihêlin bira her du jî hevrʼa bigihîjin hʼeta rʼoja nandirûnê. Rʼoja nandirûnê ezê pʼalarʼa bêjim, pêşîyê zîwanê biçinin, gurʼz-gurʼz girêdin bona şewatê, lê gênim bikine eʼmbara min›».
Du meselêd li ser Pʼadşatîya Xwedê:
(Marqos 4:30-32; Lûqa 13:18-21)
31Meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî hʼebeke tʼoximê xerdalê hilda, nav eʼrdê xweda çand. 32Ew ji hʼemû tʼoxima hûrtir e, lê gava digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredêd eʼzmên tên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêdikin».
33Îsa meseleke din jî wanarʼa got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda, nava sê kod#13:33 Sê kodêd cihûya dikir qasî 25 kîlograma. arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat».
Îsa bi mesela xeber dide
(Marqos 4:33-34)
34Îsa ev hʼemû tişt bi mesela eʼlaletêrʼa gotin û bê mesele tʼu tişt wanarʼa nedigot. 35Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî:
«Ezê bi mesela wanrʼa xeber dim,
tiştêd ji wextê eʼfirandina dinyayêda veşartî gilî kim»#13:35 Zebûr 78:2. .
Şirovekirina mesela genim û zîwanê
36Hingê Îsa eʼlalet hişt, hate mal. Şagirtêd Wî hatine cem Wî û gotinê: «Mesela genim û zîwanê merʼa şiroveke». 37Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku tʼoximê qenc çand, Kurʼê Mêriv e. 38Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in. 39Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in. 40Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be. 41Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin 42û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana. 43Hingê merivêd rʼast wê Pʼadşatîya Bavê xweda mîna teʼvê şewq bidin. Guhê kʼê heye bira bibihê!
Meselêd xizna veşartî û durʼê qîmet
44Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe.
45Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirganî durʼêd rʼind digerʼe. 46Gava durʼekî pʼirʼ qîmet dibîne, diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî durʼî dikʼirʼe.
Mesela tʼorʼa avîtî
47Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê. 48Gava tʼorʼ tʼijî dibe, dikʼişînine devê beʼrê û rʼûdinîn meʼsîyêd kêr dibijêrin dikine derdana, lê yêd bêkêr wêda davêjin. 49Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyakʼetê derkʼevin xiraba ji nav qenca bibijêrin 50û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana».
Rʼastîyêd kevin û nû
51Îsa ji wan pirsî: «We ev hʼemû tişt feʼm kirin?» Wana jêrʼa got: «Belê». 52Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».
Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake
(Marqos 6:1-6; Lûqa 4:16-30)
53Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû 54hate cî-miskʼenê Xwe, kʼinîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata kʼeremeta ji kʼu gihîştîyê? 55Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne? 56Ne hʼemû xûşkêd Wî cem me ne? Ev hʼemû tişt ji kʼu gihîştine Wî?» 57Bi vî awayî ew ji Wî çûn, lê Îsa wanarʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-miskʼenê xweda». 58Ewî li wê derê gelek kʼeremet nekirin, çimkî bawerîya wan tʼunebû.

Valgt i Øjeblikket:

Metta 13: KmrNTL

Markering

Del

Kopiér

None

Vil du have dine markeringer gemt på tværs af alle dine enheder? Tilmeld dig eller log ind