Metta 19

19
Pirsa jinberʼdanê
(Marqos 10:1-12)
1Çaxê ku Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derkʼet hate sînorê Cihûstanê, wî alî çʼemê Ûrdunê. 2Gelek eʼlalet li pey Wî çûn û Ewî li wê derê ew qenc kirin. 3Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û bona cêrʼibandinê jê pirsîn: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku bona her meʼnîkê mêr jina xwe berʼde?» 4Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda Eʼfirandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?›#19:4 Destpêbûn 1:27; 5:1-2. 5û got: ‹Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek›#19:5 Destpêbûn 2:24. . 6Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne».
7Wana jêrʼa got: «Lê çima Mûsa tʼemî kir, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê bide jinê û wê berʼde?»#19:7 Qanûna Ducarî 24:1-4. 8Ewî li wan vegerʼand û got: «Mûsa ji dest serhʼişkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe berʼdin. Lê serîda ne usa bû. 9Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde û yeke din bistîne, ew zinêkʼarîyê dike#19:9 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Û kʼî ku ya berʼdayî bistîne zinêkʼarîyê dike». ».
10Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin». 11Îsa wanrʼa got: «Her kesîrʼa ev yek dest nade, lê tʼenê wanrʼa kʼîjanarʼa hatîye dayînê. 12Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike».
Îsa dua zarʼoka dike
(Marqos 10:13-16; Lûqa 18:15-17)
13Hingê zarʼok anîne cem Îsa, ku destêd Xwe dayne ser wan û dua li wan bike. Lê şagirtêd Wî li yêd danîn hilatin. 14Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye». 15Û Îsa destêd Xwe danîne ser wan û ji wir çû.
Xortekî dewletî li jîyîna hʼeta-hʼetayê digerʼe
(Marqos 10:17-31; Lûqa 18:18-30)
16Hingê yek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Ez çi qencîyê bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» 17Ewî jêrʼa got: «Tu çima bona qencîyê ji Min dipirsî?#19:17 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Tu çima Minrʼa qenc dibêjî?» Tʼenê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bikʼevî jîyîna hʼeta-hʼetayê, tʼemîyêd Xwedê xwey ke». 18Ewî ji Îsa pirsî: «Kʼîjan in?» Îsa gotê: «Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, 19qedirê dê û bavê xwe bigire#19:19 Derkʼetin 20:12-16; Qanûna Ducarî 5:16-20. û hevalê xwe weke xwe hʼiz bike#19:19 Qanûna Kʼahîntîyê 19:18. ». 20Xort jêrʼa got: «Min ev hʼemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?» 21Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were». 22Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.
23Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana. 24Ez dîsa werʼa dibêjim, deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». 25Gava şagirta ev yek bihîst, gelekî eʼcêbmayî man û gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» 26Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê Xwedê her tiştî dikare bike».
27Wê gavê Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?» 28Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin. 29Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe#19:29 Nav gelek destnivîsarêd here qencda «yan jina xwe» tʼune. , yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be. 30Lê gelekêd pêş wê bibine paş û yêd paş wê bibine pêş».

Valgt i Øjeblikket:

Metta 19: KmrNTL

Markering

Del

Kopiér

None

Vil du have dine markeringer gemt på tværs af alle dine enheder? Tilmeld dig eller log ind