Metta 6

6
Hînkirina bona xêrkirinê
1Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.
2Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye. 3Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê çʼepê nizanibe destê rʼastê çi xêr kir, 4ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
Hînkirina bona dua
(Lûqa 11:2-4)
5Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye. 6Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
7Gava ku hûn dua dikin, mîna pʼûtpʼarista pʼirʼxeber nebin. Wana tʼirê bona pʼirʼ xeberdana wan duayêd wanê bêne bihîstinê. 8Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi werʼa lazim e.
9Lê hûn aha dua bikin:
‹Bavê meyî Eʼzmana! Navê Te pîroz be#6:9 Bi gotineke din: «Bira însan qedirê navê Teyî pîroz bigire». ,
10Pʼadşatîya Te bê, eʼmirê Te be, çawa li eʼzmên, usa jî li ser eʼrdê.
11Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me.
12Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe.
13Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab#6:13 Aha jî tê feʼmkirinê: «Ji mîrêcin». xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn#6:13 Nav destnivîsarêd here qencda ev yek tʼune: «Çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn». ›.
14Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Eʼzmana jî wê we bibaxşîne. 15Lê heger hûn neheqîyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqîyêd we nabaxşîne.
Hînkirina bona rʼojîyê
16Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye. 17Lê çaxê tu rʼojî digirî, serçʼeʼvê xwe bişo, serê xwe şe ke#6:17 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Serê xwe rʼûn ke», çawa nîşana şayîyê. , 18wekî meriv nizanibin ku tu rʼojî yî, lê tʼenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.
Xizna eʼzmana
(Lûqa 12:33-34)
19Li ser dinê xiznê xwerʼa necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin. 20Lê xiznê xwerʼa li eʼzmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin. 21Çimkî xizna te kʼîderê be, dilê te jî wê li wê derê be.
Çʼira bedenê
(Lûqa 11:34-36)
22Çʼira bedenê çʼeʼv e. Heger çʼeʼvê te pʼak e, tʼemamîya bedena teyê rʼonayî be. 23Lê heger çʼeʼvê te xirab e, tʼemamîya bedena teyê teʼrî be. Awa heger ew rʼonaya ku nav teda ye teʼrî ye, teʼrî wê çiqas zêde be!
Xwedê û hebûka dinyayê
(Lûqa 16:13)
24Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa#6:24 Xeber bi xeber aha ye: «Mamon». Meʼna vê ev e: Malê dinê, pʼere, dewletîya vê dinê. xulamtîyê bikin.
Hînkirina derheqa xemkirinêda
(Lûqa 12:22-31)
25Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca? 26Dîna xwe bidine teyredêd eʼzmên. Ewana ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbarada dicivînin, lê Bavê weyî Eʼzmana rʼisqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in? 27Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke?#6:27 Aha jî tê feʼmkirinê: «Bihustekê li ser bejina xwe dirêj ke».
28Û bona kʼinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirʼêsin. 29Lê ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî li nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. 30Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? 31Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?› 32Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne. 33Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê. 34Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.

Valgt i Øjeblikket:

Metta 6: KmrNTL

Markering

Del

Kopiér

None

Vil du have dine markeringer gemt på tværs af alle dine enheder? Tilmeld dig eller log ind