1
Metta 1:21
Peymana Nû (Încîl)
Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».
तुलना
खोजें Metta 1:21
2
Metta 1:23
«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye».
खोजें Metta 1:23
3
Metta 1:20
Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.
खोजें Metta 1:20
4
Metta 1:18-19
Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû. Lê Ûsivê dergîstîyê wê ku merivekî rʼast bû, nexwest wê rʼûrʼeş ke, fikirî ku dizîva wê berʼde.
खोजें Metta 1:18-19
होम
बाइबिल
योजनाएँ
वीडियो