1
Yûhʼenna 5:24
Peymana Nû (Încîl)
Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.
Karşılaştır
Yûhʼenna 5:24 keşfedin
2
Yûhʼenna 5:6
Îsa gava ew li wir pʼaldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîrʼa got: «Tu dixwazî qenc bî?»
Yûhʼenna 5:6 keşfedin
3
Yûhʼenna 5:39-40
Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin. Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.
Yûhʼenna 5:39-40 keşfedin
4
Yûhʼenna 5:8-9
Îsa jêrʼa got: «Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe». Pêrʼa-pêrʼa ew meriv qenc bû, berʼa xwe hilda û gerʼîya. Ew rʼoja şemîyê bû.
Yûhʼenna 5:8-9 keşfedin
5
Yûhʼenna 5:19
Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.
Yûhʼenna 5:19 keşfedin
Ana Sayfa
Kutsal Kitap
Okuma Planları
Videolar