Lûqa 24
24
Îsa ji mirinê rʼadibe
(Metta 28:1-10; Marqos 16:1-8; Yûhʼenna 20:1-10)
1Rʼoja yekşemê sibehê zû, wan kʼulfeta biharetêd hazirkirî hildan çûne ser tʼirbê. 2Lê wana kevir ji ber tʼirbê holkirî dît. 3Gava kʼetine hindurʼ, cinyazê Xudan Îsa nedîtin. 4Gava ewana hê bona vê yekê metʼelmayî mabûn, nişkêva du merî bi kʼincê nûranî li ber wan sekinîn. 5Û gava kʼulfet ji tirsa kʼetine ser rʼûyê xwe, wan meriva wanrʼa got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada digerʼin? 6Ew ne li vir e, Ew ji mirinê rʼabûye. Bînine bîra xwe, ku çaxê hê Celîlêda bû, çi werʼa got: 7‹Gerekê Kurʼê Mêriv bikʼeve destê merivêd nerʼast, bê xaçkirinê û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe›». 8Û wana gotina Îsa bîr anîn 9û ji tʼirbê vegerʼîyan, eva yeka her yanzdeha û hʼemûyêd mayînrʼa gotin. 10Yêd ku şandîyarʼa gotin, evana bûn: Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema dîya Aqûb, bi tʼevî hinekêd mayîn. 11Şandîyava çawa gotineke pʼûçʼ xuya bû û wana kʼulfet bawer nekirin. 12Lê Petrûs rʼabû berbi tʼirbê bezî, qûz bû nihêrʼî, tʼenê kʼefenê Wî wir bû û metʼelmayî çû, difikirî gelo çawa bû.
Li ser Rʼîya Emwasê
(Marqos 16:12-13)
13Wê rʼojê du şagirt diçûne gundekî, ku ji Orşelîmê donzdeh kîlomêtirî dûr bû, navê wî Emwas bû. 14Wana bi hevrʼa bona her tiştê qewimî xeber didan. 15Û gava ewana nav hevda xeber didan û dişêwirîn, Îsa Xwexa jî nêzîkî wan bû, tʼevî wan çû. 16Lê çʼeʼvêd wan girtî bûn, ku Wî nas nekin. 17Îsa wanrʼa got: «Hûn vê rʼêyêda çi hevrʼa xeber didin?» Ewana meʼdekirî sekinîn#24:17 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Hûn vê rʼêyêda çi hevrʼa xeber didin û meʼdekirî ne?». 18Yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê vegerʼand û got: «Ew çawa ji Orşelîmê tʼenê Te nebihîstîye ku van rʼojêd paşinda wir çi qewimîye?» 19Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê vegerʼand gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi eʼmel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û tʼemamîya milet pʼêxemberekî zor bû 20û çawa serekêd kʼahîna û serwêrêd me nemamîya kuştina Wî kirin, xaç kirin. 21Em wê gumanê bûn ku Ewî wê Îsraêlê aza bikira. Wekî din jî eva rʼoja sisîya ye, ku ev tişt bûne. 22Lê çend kʼulfetêd nav meda jî em eʼcêbmayî kirin. Ewana sibehê zû çûbûne ser tʼirbê 23û cinyazê Wî li wir nedîtibûn, vegerʼîyan hatin merʼa gotin, ku: ‹Me milyakʼet dîtin, merʼa gotin, ku Ew sax e›. 24Û ji me hinek jî çûne ser tʼirbê, çawa ku wan kʼulfeta gotibû, usa bû, lê Ew nedîtin». 25Hingê Ewî wanrʼa got: «Hey însanêd bê fikir, hûn çiqasî giran hʼemû gotinêd pʼêxembera bawer dikin? 26Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?» 27Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.
28Gava nêzîkî wî gundê ku diçûnê bûn, Ewî usa da kʼifşê, yançîye Ew diçe cîkî dûr. 29Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne. 30Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan. 31Hingê çʼeʼvêd wan vebûn, Ew nas kirin û Ew ber çʼeʼvê wan betavebû. 32Wana hevrʼa got: «Lema, gava Ewî rʼêda merʼa xeber dida û nivîsar merʼa şirovedikirin, agir dilê me dikʼet». 33Ew wê gavê rʼabûn vegerʼîyane Orşelîmê û her yanzdeh tʼevî yêd mayîn civîyayî dîtin, 34gotin: «Rʼastî Xudan sax bûye û Şimhʼûnva xuya bûye!» 35Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa rʼêda rʼastî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin.
Îsa Xwe nîşanî şagirtêd Xwe dike
(Metta 28:16-20; Marqos 16:14-18; Yûhʼenna 20:19-23; Kʼarêd Şandîya 1:6-8)
36Wana hê bona vê yekê xeber dida, Îsa nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa». 37Ewana ji tirsa bizdîyan û wan tʼirê xeyalekî dibînin. 38Lê Ewî wanrʼa got: «Hûn çima şaşmayî mane û dudilî ne? 39Awa li dest û pʼîyêd Min binihêrʼin, ku Ez Xwexa me. Û destê xwe bidine Min û bibînin, çimkî goşt û hestûyêd rʼuhʼ tʼunene, çawa ku hûn dibînin yêd Min hene». 40Gava ev yek got, dest û pʼîyêd Xwe nîşanî wan kirin. 41Û hê ji şabûna bawer nedikirin, hʼeyr-hʼujmekʼar mabûn, Ewî wanrʼa got: «Qet tiştekî xwarinê li cem we heye?» 42Wana çîtî meʼsîyê pijandî da Wî#24:42 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Û mirtʼoxa hingiv». . 43Ewî hilda li ber çʼeʼvê wan xwar 44û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›». 45Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin. 46Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe 47û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê. 48Û hûn in şeʼdêd van hʼemû tişta. 49Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».
Jorhilatina Îsa
(Marqos 16:19-20; Kʼarêd Şandîya 1:9-11)
50Û ew hʼeta Beytanyayê birin, destê Xwe bilind kir, dua wan kir. 51Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê. 52Şagirta jî serê xwe ber Wî danî, bi eşq û şa vegerʼîyane Orşelîmê. 53Û her gav pʼaristgehêda bûn, pesinê Xwedê didan.
Seçili Olanlar:
Lûqa 24: KmrNTL
Vurgu
Paylaş
Kopyala
Önemli anlarınızın tüm cihazlarınıza kaydedilmesini mi istiyorsunuz? Kayıt olun ya da giriş yapın
© Институт перевода Библии, 2000, 2011