Piştî demekê jina malxweyê Ûsiv çav avêt wî û jê re got: “Were, bi min re razê!”
Lê Ûsiv red kir û got: “Bi serkariya min, xweyê min meraqa tu tiştekî li malê nake. Wî her tiştê xwe daye destê min. Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?”