Destpêk 39
39
Ûsivê Pêxember û jina Potîfar
1Îsmaîliyan Ûsiv biribû Misrê. Potîfarê Misrî yê ku karmendê Firewn û fermandarê parêzvanan bû, Ûsiv ji wan kirî. 2#Karên Şandiyan 7:9-10Xudan bi Ûsiv re bû û ew bi ser xist. Ew li mala malxweyê xwe yê Misrî dima. 3Çaxê malxweyê wî dît ku Xudan bi Ûsiv re ye û di her karên ku dike de wî bi ser dixe, 4dilê wî bi Ûsiv xweş bû û ew kir xizmetkarê xwe yê taybet. Potîfar ew kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî. 5Piştî ku wî ew kir serkarê xwe û her tiştê xwe da destê wî, Xudan ji bo xatirê Ûsiv Mala Potîfarê Misrî pîroz û bereket kir. 6Wî her tiştê xwe da destê Ûsiv. Ji xwarina ku dixwar pê ve, wî dest nedida tiştekî.
Ûsiv yekî bejinbilind û lihevhatî bû. 7Piştî demekê jina malxweyê Ûsiv çav avêt wî û jê re got: “Were, bi min re razê!”
8Lê Ûsiv red kir û got: “Bi serkariya min, xweyê min meraqa tu tiştekî li malê nake. Wî her tiştê xwe daye destê min. 9Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?” 10Jina Potîfar her roj jê dixwest ku Ûsiv pê re razê, lê wî her car ev daxwaz red dikir.
11Rojekê Ûsiv ji bo karên xwe bike çû malê. Ji xizmetkarên malê tu kes li hundir tunebû. 12Jina Potîfar bi kincê Ûsiv girt û jê re got: “Were, bi min re razê!” Lê Ûsiv kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve.
13Çaxê jinikê dît ku wî kincê xwe bi destê wê ve berda û beziya derve, 14rabû gazî xizmetkarên malê kir û got: “Binêrin! Mêrê min ev zilamê Îbranî anî ku me rezîl bike! Ew hat ku dest bavêje min, lê min kir qîrîn û hewar. 15Çaxê wî dît ku ez dikim qîrîn û hewar, kincê xwe li ba min hişt û beziya derve.”
16Wê kincê Ûsiv li ba xwe hişt, heta ku mêrê wê hat malê. 17Wê ji mêrê xwe re got: “Ev koleyê Îbranî hat ku min rezîl bike. 18Lê çaxê ku min kir qîrîn û hewar, wî kincê xwe li ba min hişt û reviya.”
19Çaxê wî gotinên jina xwe bihîst û jinikê got: “Koleyê ku te anîbû li min wiha kir,” ew gelekî hêrs bû. 20Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma.
21Lê Xudan pê re bû. Wî dilsozî bi Ûsiv kir ku dilê serekê zîndanê bi Ûsiv xweş be. 22Serekê zîndanê, hemû girtiyên di zîndanê de xistin bin destê Ûsiv û ew ji hemû tiştên li zîndanê berpirsiyar bû. 23Serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû. Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist.
Currently Selected:
Destpêk 39: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.