YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 40

40
Xewnên sermeyger û sernanpêj
1Piştî demekê meyger û nanpêjê Padîşahê Misrê li dijî malxweyê xwe şaşî kir. 2Firewn li herdu peywirdarên xwe hêrs bû ku ew sermeyger û sernanpêjê wî bûn. 3Wî ew li mala fermandarê parêzvanan, zîndana ku Ûsiv tê de bû, hepis kir. 4Fermandarê parêzvanan, Ûsiv da ber destê wan. Ew demekê di girtîgehê de man.
5Sermeyger û sernanpêjê Padîşahê Misrê ku di zîndanê de bûn, di şevekê de xewn dîtin. Xewnên wan ji hev cuda bûn. 6Serê sibê Ûsiv hat ba wan û dît ku ew bikeder bûn. 7Wî ji karmendên Firewn ên ku li mala malxweyê wî, pê re di girtîgehê de bûn pirsî û got: “Çima îro mirûzê we tirş e?”
8Wan got: “Me herduyan xewn dît, lê kesê ku şirove bike tuneye.”
Ûsiv ji wan re got: “Ma şirovekirin ne karê Xwedê ye? Kerem bikin, xewnên xwe ji min re bêjin.”
9Sermeyger xewna xwe ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de, min li pêş xwe mêwek dît. 10Sê guliyên mêwê hebûn. Bi bişkivînê re kulîlk dan û gûşiyên tirî gihîştin. 11Tasa Firewn di destê min de bû, min bi tirî girt, guvaşt hundirê tasa Firewn û tas da destê wî.”
12Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê gulî sê roj in. 13Wê di nav sê rojan de Firewn serê te bilind bike û te bîne ser karê te yê berê. Wekî ku berê tu sermeygerê wî bûyî û te wisa dikir, tê dîsa kasa Firewn bidî destê wî. 14Lê çaxê ku qencî bi te re hat kirin, ji kerema xwe tu min bîne bîra xwe. Qenciyê bi min bike û giliyê min ji Firewn re bike ku ez ji vê zîndanê derkevim. 15Çimkî ez bi zorê ji welatê Îbraniyan hatim revandin. Li vir jî, min tiştekî ku ezê pê bikevim zîndanê nekir.”
16Çaxê sernanpêj dît ku Ûsiv şiroveyeke baş kir, wî jê re got: “Min jî xewnek dît. Li ser serê min sê selik nanê spî hebû. 17Di selika herî jorîn de, her cureyê pasteyên pehtî yên ji bo Firewn hebûn, lê teyran ji selikên li ser serê min dixwarin.”
18Ûsiv got: “Ev tê vê wateyê: Sê selik sê roj in. 19Wê di nav sê rojan de Firewn serê te rake û te bi darê ve daleqîne. Wê teyr goştê te bixwin.”
20Roja sisêyan rojbûyîna Firewn bû û wî ziyafetek da hemû karmendên xwe. Wî li pêş karmendên xwe serê sermeyger û sernanpêj bilind kirin. 21Sermeyger vegeriya ser karê xwe. Careke din wî tas da destê Firewn. 22Lê çawa ku Ûsiv şirove kiribû, wî sernanpêj daleqand. 23Lê sermeyger Ûsiv neanî bîra xwe û ew ji bîr kir.

Currently Selected:

Destpêk 40: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in