YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 41

41
Xewnên Firewn
1Piştî du salan, Firewn xewnek dît: Ew li ber keviya Nîlê sekinîbû. 2Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nava qamîşan de çêriyan. 3Piştî wan, heft çêlekên qor û bêmirêz ji Nîlê derketin, li keviya çem, li ba çêlekên din sekinîn. 4Çêlekên ku qor û bêmirêz bûn, heft çêlekên xweşik û qelew xwarin. Piştre Firewn hişyar bû.
5Ew dîsa di xew re çû û xewneke din dît: Di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derdiketin. 6Piştî wan, heft simbilên din ên qels û ji bayê rojhilat kizirandî zîl dan. 7Simbilên qels, heft simbilên dagirtî û baş daqurtandin. Piştre Firewn hişyar bû û fêm kir ku xewn e.
8Serê sibê rabû dît ku aciz e. Wî şand pey hemû sêrbaz û aqilmendên Misrî. Wî ji wan re xewna xwe got, lê kesek tunebû ku xewnên wî şirove bike.
9Sermeyger ji Firewn re got: “Îro sûcê min tê bîra min. 10Carekê Firewn ji xizmetkarê xwe hêrs bû, wî ez û sernanpêj li mala fermandarê parêzvanan hepis kirin. 11Me herduyan di şevekê de xewn dît û her xewnek wateyeka wê hebû. 12Li wir bi me re xulamekî fermandarê parêzvanan, xortekî Îbranî hebû. Me jê re xewnên xwe gotin, wî xewnên me şirove kirin. Xewnên me ji hev cuda bûn. 13Her tişt bi awayê ku wî ji me re şirove kir derket. Ez vegeriyam karê xwe lê yê din hat daleqandin.”
14Firewn şand pey Ûsiv û wî yekser ji hebsê da berdan. Piştî ku Ûsiv rih û porê xwe kur kirin û cilên xwe guhertin, hat hizûra Firewn.
15Firewn ji Ûsiv re got: “Min xewnek dît, lê kesek tuneye ku şirove bike. Min bihîst ku tu xewnan şirove dikî.”
16Ûsiv lê vegerand û got: “Ez nikarim lê wê Xwedê bersiveke xêrê bide Firewn.”
17Firewn ji Ûsiv re got: “Di xewna xwe de ez li keviya Nîlê sekinîbûm. 18Ji çem heft çêlekên xweşik û qelew derketin û di nav qamîşan de çêriyan. 19Piştî wan, heft çêlekên din ên qor û bêmirêz derketin. Min li seranserê welatê Misrê tu caran çêlekên bi qasî wan bêmirêz nedîtibûn. 20Çêlekên bêmirêz, heft çêlekên qelew ên ku beriya wan derketibûn xwarin. 21Piştî ku wan ew xwarin, kesî nikaribû bigota ku wan ev kiriye. Çimkî wekî berê, ew bêmirêz bûn. Piştre ez hişyar bûm.
22“Min dîsa di xewna xwe de dît ku di tayekî genim de heft simbilên dagirtî û baş derketin. 23Piştî wan, heft simbilên din ên çilmisî, qels û ji bayê rojhilat kizirî zîl dan. 24Simbilên qels her heft simbilên baş daqurtandin. Min ev ji sêrbazan re got, lê kesî nikaribû ji min re şirove bike.”
25Ûsiv ji Firewn re got: “Herdu xewnên Firewn yek in. Xwedê Firewn ji tiştê ku wê bike haydar kir. 26Heft çêlekên baş, heft sal in. Heft simbilên baş jî heft sal in. Xewn yek e. 27Heft çêlekên qor û bêmirêz ên ku li pey derketin û heft simbilên bêqîmet ên ku ji bayê rojhilat kizirîbûn jî heft sal in. Ev heft salên xelayê ne.
28“Çawa ku min ji te re got, Xwedê tiştê ku wê bike nîşanî Firewn daye. 29Va ye wê li seranserê welatê Misrê heft salên têr û tije bên. 30Lê wê heft salên xelayê li pey wan bên. Wê hemû têr û tijebûna welatê Misrê ji bîr bibe û wê xela welêt wêran bike. 31Wê têr û tijebûna welêt neyê bîra kesî, çimkî wê xela gelek giran be. 32Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê û wê di demeke nêzîk de bi cih bîne.
33“Bila niha Firewn mirovekî fêmdar û şehreza bibîne û wî bîne ser welatê Misrê. 34Bila karmendên xwe peywirdar bike ku di her heft salên firehiyê de, ji dexlê welatê Misrê ji pêncan yekî ber bistînin. 35Divê ew xwarina van salên baş ên ku tên bicivînin û genim di bin desthilatiya Firewn de, li bajaran bê lodkirin û parastin. 36Divê ev xwarin ji bo heft salên xelayê ji welatê Misrê re bibe qût ku welat ji ber xelayê neşikê.”
Ûsivê Pêxember dibe serwerê Misrê
37Ev pêşniyar ji aliyê Firewn û hemû karmendên wî ve baş hat dîtin. 38Firewn ji wan re got: “Ma em dikarin kesekî wekî vî mirovî bibînin ku ruhê Xwedê pê re ye?”
39Firewn ji Ûsiv re got: “Madem Xwedê kir ku tu bi van hemû tiştan bizanî, yekî ji te fêmdartir û şehrezatir tuneye. 40#Karên Şandiyan 7:9-10Tê li ser mala min bî û wê hemû gelê min emrên te pêk bîne. Ezê tenê bi tac û textê xwe ji te mezintir bim.” 41Firewn ji Ûsiv re got: “Va ye ez te datînim ser seranserê welatê Misrê.” 42Piştre Firewn gustîla morê ji tiliya xwe derxist û xist tiliya Ûsiv. Wî cilên kitan ên hêja lê kirin û zincîreke zêrîn xist stûyê wî. 43Wî ew kir cîgirê xwe û li erebeya cîgir siwar kir, zilam li pêş wî qîriyan û gotin: “Rê vekin!” Bi wî awayî Firewn ew anî ser seranserê welatê Misrê.
44Firewn ji Ûsiv re got: “Firewn ez im, lê wê li seranserê welatê Misrê bêyî peyva te tu kes destê xwe raneke û ne jî lingê xwe bileqîne.” 45Firewn navê Safnat-Panêah li Ûsiv danî û Asenata keça Potîferayê kahinê bajarê Onê#41:45 Navê bajarê Onê yê din Helîopolîs e. jê re anî. Ûsiv li seranserê welatê Misrê geriya.
46Çaxê Ûsiv ket xizmeta Firewnê Padîşahê Misrê, sî salî bû. Ûsiv ji dîwana Firewn rabû û li seranserê welatê Misrê geriya. 47Di heft salên firehiyê de axê bi zêdebarî ber da. 48Ûsiv ji her berên ku di nav heft salan de li welatê Misrê çêbûn dan hev û di embarên bajaran de lod kirin. Wî li her bajarî, ji qûtên zeviyên ku li der û dora bajêr çêdibin lod çêkirin. 49Ûsiv bi qasî sêlaka deryayê genim lod kir. Ewqas pir bû ku wî dev ji hesabkirinê berda. Genimê wan nedihat hesabkirin, ewqas ku zêde bû.
50Beriya salên xelayê, ji Asenata keça Potîfera yê kahinê Onê du kur ji Ûsiv re çêbûn. 51Ûsiv navê nixuriyê xwe Minaşşe#41:51 Minaşşe bi îbranî dide jibîrkirin e danî û got: “Xwedê kir ku ez hemû derdên xwe û mala bavê xwe ji bîr bikim.” 52Wî navê kurê xwe yê diduyan Efrayîm#41:52 Efrayîm bi îbranî du qat berdar e danî û got: “Xwedê ez li welatê ku min lê tengasî kişand berdar kirim.”
53Heft salên firehiyê li welatê Misrê qediyan 54#Karên Şandiyan 7:11û çawa ku Ûsiv gotibû, heft salên xelayê destpê kirin. Li hemû welatên din xela hebû, lê li seranserê welatê Misrê xwarin hebû. 55#Yûhenna 2:5Çaxê ku li seranserê welatê Misrê birçîbûnê destpê kir, xelkê ji bo nan ji Firewn lava kir. Firewn ji hemû Misriyan re got: “Herin ba Ûsiv. Ew çi ji we re bibêje, bikin.” 56Gava xela li tevahiya welêt belav bû, Ûsiv embarên genim vekirin û genim firot Misriyan. Çimkî xelaya giran li welatê Misrê belav bûbû. 57Mirovên hemû welatan dihatin Misrê ku genim ji Ûsiv bikire. Çimkî li tevahiya dinyayê xelayeke giran hebû.

Currently Selected:

Destpêk 41: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in