“Cihûda, wê pesnê te bidin birayên te.
Wê di stûyê dijmin de be destê te.
Li ber te, çok bidin erdê kurên bavê te.
Cihûda, tu ferxê şêr î,
Kurê min, tu destvala ji nêçîrê venagerî.
Wekî şêremê xwe vedizelîne,
Wekî şêrekî xwe vedikişîne,
Kî diwêre wî aciz bike?