Destpêk 49
49
Aqûbê Pêxember ji kurên xwe re dua dike
1Aqûb gazî kurên xwe kir û got: “Li dora min bicivin, tiştê ku wê di rojên pêş de bê serê we, ez ji we re bêjim.
2“Ya kurên Aqûb, bicivin û bibin guhdar,
Li gotina bavê xwe Îsraêl bibin haydar.
3“Rûbên, tu nixuriyê min, hêza min,
Berê pêşî yê hêza min î.
Tu ji aliyê rûmet û hêzdariyê ve,
Yê herî hêja yî.
4Lê tu wekî lehiyê har î,
Êdî tu nabî yê herî hêja.
Çimkî tu çûyî nav nivîna bavê xwe
Û te dewşeka min mirdar kir.
5“Şimûn û Lêwî di zordariyê de bira ne,
Şûrên wan çekên neheqiyan in.
6Ya canê min tu nekeve komeke wan,
Beşdar nebe li civînên wan.
Çimkî çaxê ew hêrsbûn mirov kuştin,
Bi kêfa xwe dewar kulek hiştin.
7Bila nalet bê li hêrsa wan,
Çimkî hovîtî bû kirina wan.
Bila nalet bê li xezeba wan,
Çimkî xedar e karê wan.
Ezê wan di nav gelê Aqûb de ji hev dûr bikim,
Li nav gelê Îsraêl belav bikim.
8“Cihûda, wê pesnê te bidin birayên te.
Wê di stûyê dijmin de be destê te.
Li ber te, çok bidin erdê kurên bavê te.
9 #
Hejmartin 24:9; Peyxam 5:5 Cihûda, tu ferxê şêr î,
Kurê min, tu destvala ji nêçîrê venagerî.
Wekî şêremê xwe vedizelîne,
Wekî şêrekî xwe vedikişîne,
Kî diwêre wî aciz bike?
10Serwer#49:10 Nivîsa Masoriyan: Serwer an jî wekî Şîlo tê fêmkirin. gava werê,
Wê milet li ber wî serî deynin,
Wê gopalê serweriyê ji destê Cihûda dernekeve
Û serwerî ji ziriyeta wî neçe.
11Wê kera xwe bi mêwekê ve,
Dehşikê xwe bi guliyekî bijare ve girê bide.
Wê cilên xwe bi şerabê,
Xiftanê xwe bi ava tiriyê sor bişo.
12Çavên wî ji şerabê sortir,
Diranên wî ji şîr spîtir bin.
13“Wê Zevûlon rûne li rûberê deryayê,
Bibe wargeh ji bo gemiyan.
Dirêj bibe sînorê wî heta Saydayê.
14“Îssexar kerekî zexm e
Di nav kurtanan de dimerixe.
15Çaxê ew dereke xweş a rihet,
Warekî ku li xweşa wî diçe bibîne,
Wê pişta xwe ji bo barkirinê bitewîne
Û suxrê hilîne.
16“Dan, wekî eşîrên din ên Îsraêl,
Wê gelê xwe rêve bibe.
17Dan wê li ser rê bibe marek,
Li ser rêçikan koremarek,
Wê bi simên hespan vede,
Siwar li serpiştê li erdê bixe.
18“Ez li benda rizgariya te me, ya Xudan!
19“Wê Gad rastî êrîşa birek rêbiran were,
Lê wê bide ser pişta wan.
20“Aşêr, wê ji aliyê xwarinan ve dewlemend be,
Xwarinên ku bi padîşahan dikevin li ba wî çêbin.
21“Neftelî xezaleke azad e,
Karikên xweşik tîne.
22“Ûsiv şaxekî berdar e,
Şaxek berdar ê li ber kaniyê.
Guliyên wî bi ser dîwaran ve dibezin.
23Tîravêjan bêşewat êrîşî wî kirin,
Tîr avêtinê, tada lê kirin.
24Lê kevanê wî zexim
Zendê wî bi hêz derket.
Bi destê Xwedayê Aqûb ê Hêzdar,
Bi destê Şivan û Zinarê Îsraêl.
25Alîkarê te, Xwedayê bavê te ye,
Xwedayê Karîndar ê ku te pîroz dike.
Ew bi bereketa ezmanên jor
Bi bereketa avên bin erdê,
Bi bereketa çiçik û zikan te pîroz dike.
26 #
Dubarekirina Şerîetê 33:16
Bereketên bavê te,
Ji bereketa çiyayên herheyî hêzdartir,
Ji bereketa girên zozanan mezintir e.
Bila ev bereket li ser dil û serê Ûsiv bin
Yê ku serekê ji birayan veqetiya ye.
27“Binyamîn di şer de gurekî har e.
Serê sibê ew nêçîra xwe dixwe,
Êvarê xenîmetê parve dike.”
28Duwanzdeh eşîrên Îsraêl ev in. Çaxê bavê wan ew pîroz kirin, wî ev li ser wan got. Wî li gorî her yekî ew pîroz kirin.
Mirina Aqûbê Pêxember
29 #
Destpêk 23:3-20
Piştre Aqûb ev tembîh li kurên xwe kir: “Ez li ber mirinê me, ez dikim bigihîjim gelê xwe. Min li ba bav û kalên min, di şikefta ku di zeviya Efronê Hîtîtî de ye, 30di wê şikefta ku dikeve nav zeviya Maxpêlayê, nêzîkî Mamreyê, li welatê Kenanê ye û Îbrahîm wekî goristan ew der bi zeviyê ve ji Efronê Hîtîtî kirîbû, min li wê derê veşêrin. 31#Destpêk 25:9-10; 35:29Îbrahîm û jina xwe Sara, Îshaq û jina xwe Rebeqa li wê derê veşartî ne. Min Lêayê jî li wir veşart. 32Zevî û şikefta tê de, ji Hîtîtiyan hat kirîn.”
33 #
Karên Şandiyan 7:15
Çaxê ku Aqûb fermana ku li kurên xwe dikir qedand, wî lingên xwe kişandin nav nivîna xwe, ruhê xwe da û gihîşt pêşiyên xwe.
Currently Selected:
Destpêk 49: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.