YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 50

50
Veşartina Aqûbê Pêxember
1Ûsiv xwe avêt ser bavê xwe, pê de giriya û ew ramûsa. 2Piştre wî emir da xulamên xwe yên hekîm ku bavê wî mûmya bikin. Li ser vê yekê hekîman Îsraêl mûmya kir. 3Mûmyakirin çil rojan berdewam kir. Çimkî ewqas dem pêwist bû. Misriyan heftê rojan şîna wî kir.
4Gava şîna wan xilas bû, Ûsiv ji karmendên Firewn re got: “Heke dilê we bi min xweş be, ji bo min bi Firewn re bipeyivin. Jê re bibêjin: 5#Destpêk 47:29-31‘Bavê min ez dame sondê û got: Va ye ez li ber mirinê me. Min di gora li welatê Kenanê de veşêrin ku min ji bo xwe kola bû. Niha destûrê bide min ez herim, bavê xwe veşêrim û vegerim.’”
6Firewn got: “Here bavê xwe veşêre çawa ku wî te daye sondê.”
7Ûsiv ji bo ku bavê xwe veşêre çû. Hemû karmendên Firewn, hemû rîspiyên qesrê û welatê Misrê bi Ûsiv re hevraz bûn. 8Hemû malbata Ûsiv, birayên wî û maliyên mala bavê wî jî bi wan re bûn. Tenê zarokên xwe û pez û dewarên xwe li herêma Goşenê hiştin. 9Erebe û siwar jî pê re, bi rê ketin. Komeke gelek mezin çêbû.
10Çaxê gihîştin Bêndera Atadê ya li rojhilatê Çemê Şerîayê, bi şewat giriyan û şîn kirin. Ûsiv li wir heft rojan ji bo bavê xwe şîn kir. 11Çaxê Kenaniyên li wir rûdinin şîna li Bêndera Atadê dît, wan got: “Misrî şîneke çiqas bi şewat dikin!” Ji ber vê yekê, ji vê dera li rojhilatê Çemê Şerîayê re Avêl-Misrayîm#50:11 Avêl-Misrayîm bi îbranî şîna Misrê ye. gotin.
12Kurên Aqûb, fermana ku bavê wan li wan kiribû, bi cih anîn. 13#Karên Şandiyan 7:16Wan ew bir welatê Kenanê û ew li şikefta di zeviya Maxpêlayê ya li kêleka Mamreyê de veşart. Îbrahîm ew goristan bi zeviyê wê ve ji Efronê Hîtîtî kirîbû. 14Piştî ku Ûsiv bavê xwe veşart, bi birayên xwe û hemû kesên pê re hatibûn re vegeriya Misrê.
Ûsivê Pêxember bawerî dide birayên xwe
15Piştî mirina bavê wan, birayên Ûsiv got: “Gelo Ûsiv dikare li dijî me kîn bigire û heyfa hemû xerabiya ku me pê kiriye ji me bistîne?” 16Loma wan şand pey Ûsiv û got: “Bavê te beriya ku bimire ev emir li me kir û got: 17‘Ji Ûsiv re bêjin: Ji kerema xwe neheqiya birayên xwe û gunehê wan bibexişîne, çimkî xerabî bi te kirin.’ Niha em ji te rica dikin, tu neheqiya xulamên Xwedayê bavê xwe bibexişîne.” Çaxê gotina wan gihîşt Ûsiv, ew giriya.
18Piştre birayên wî hatin, li ber wî xwe deverû avêt erdê û got: “Em koleyên te ne.”
19Lê Ûsiv ji wan re got: “Netirsin. Ma ez di cihê Xwedê de me? 20We niyet kir ku hûn xerabiyê bi min bikin, lê Xwedê wekî ku îro dibe ev niyet vegerand ser qenciyê. Loma gelek kes ji mirinê filitîn. 21Êdî netirsin. Ezê we û zarokên we xweyî bikim.” Wî bi gotinên xweş, dilê wan geş kir.
Mirina Ûsivê Pêxember
22Ûsiv bi malbata bavê xwe re li Misrê ma. Wî sed û deh sal emir kir. 23Wî Efrayîm û neviyên wî dîtin. Herwiha wî bûyîna zarokên Maxîrê kurê Minaşşe jî dîtin.
24Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez li ber mirinê me. Lê bêguman wê Xwedê were alîkariya we û we ji vî welatî bibe wî welatê ku ji Îbrahîm, Aqûb û Îshaq re soza wê dabû.” 25#Derketin 13:19; Yêşû 24:32; Îbranî 11:22Ûsiv kurên Îsraêl da sondê û got: “Esse wê Xwedê were alîkariya we û divê hûn hestiyên min ji vir derxin.”
26Ûsiv di sed û deh saliya xwe de mir. Wan ew mûmya kir û xist tabûtekê. Ew li Misrê ma.

Currently Selected:

Destpêk 50: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in