Methelokên 14
14
1Jinên bîrewer mala xwe ava dikin; lê jinên xirab xwe bi xwe mala xwe hildiweşînin.
2Yê ko li ser reya rastiyê dimeşe tirsiyarê Xudayê xwe ye; lê yê ko dikeve ser reya xwar Wî kêm dibîne.
3Heçî dîn bi pozbilindî xeber didin; lê yê eqilmend devê xwe digirin.
4Li cihê ko ga nî ne afir paqij dimîne; lê zadê baş bi xurtiya gê çêdibe.
5Şahidê rast derewan na ke; lê şahidê zor derewine bêar dibêje.
6Tevizker û qeşmer li eqilmendiyê digerin lê wê peyda na kin; ji bona bîreweran têgehiştin rahet e.
7Ji bêhişan dûr bikeve; tu ji wan hînî tu tiştî na bî.
8Şehrezayiya mirovekî zêrek ev e ko reya xwe rast dibijêre; lê dînîtiya serseman hîlebaziya wan e.
9Dîn henekê xwe bi gunehan dikin; heçî qencî û keremkarî di nav eqilmendan de rûniştiye.
10Dil xem û kederên xwe nas dike û biyaniyek ni kare têkilî şabûniya wî bibe.
11Mala nerindan dê bête hilweşandin; lê holikê pakdilan ava dibe.
12Carna reyek ji yekî re rast xuyanî dike; lê heye; ko ev reya mirinê ye.
13Di nav kênînê de jî dil dikare brîndar bibe; û şabûnî dikare bigehe xem û kederan.
14Dilê xapandî têrî reya xwe a şaş dibe; mirovê çak bi tiştê ko di wî de ye têr dibe.
15Mirovê hişsivik bi her tiştê ko dibihîse baweriya xwe tîne; lê yê hişyar bala xwe dide gavên xwe.
16Yekî eqilmend hisaban dike û ji xerabiyê xwe dide paş û heçî bêhiş pozbilind e û ji xwe razî ye.
17Ye ko zû dienire bêeqlîtiyê dike; û ji hîlebazan xelk dixeyidin.
18Dînîtî para ehmeqa ye; û mirovên bi tedbîr zanînê dikin zerzenga serê xwe.
19Peyayên xirab di pêşiya mirovên baş de xwe nizm dikin; herwekî zelamên qesdxirab di pêşiya pakdilan de . . .
20Rûyê belengazekî ji hevalê wî re jî sar e; lê dostên dewlemendan zehf in.
21Yê ko mirovên din kêmî xwe dibîne gunehekê dike; lê bextiyar e mirovê ko dilê wî xema belengazan dikişîne.
22Ma yên ko xirabiyê didin eqlê xwe reya xwe şaş na kin? Lê yên ko qenciyê didin eqlê xwe rastî û dilovaniyê bibinin.
23Li cihê ko xebat heye qwît heye; lê gotinên beredayî digihînin zîvariyê.
24Dewlemendî ji bona eqilmendan tacek e; dînîtiya serseman her dînîtî ye.
25Şahidê rast canê xelkê xelas dike; lê şahidê zor wan dixapîne.
26Yê ko ji Xwedê ditirse di kelateke qaim de pal daye; û çêliyên di wî jî dê bêne hemandin.
27Tirsa Xwedê kaniyeke jiyînê ye; û ew xelkê ji daya mirinê dide zivirandin paş.
28Boşahiya miletekî serbilindahiya Mîr e; lê li welatê ko xelk lê kêm in Mîr perîşan dibe.
29Yê ko di xeyda xwe de nerm û giran e, şehreza ye; lê yê ko tê de xwe dilezîne, ehmeqiya xwe şanî xelke dide.
30Dilekî rast jiyîna bedenê ye; lê hesûdî di hestiyan de edabek e.
31Mirovê ko belengazekî diêşîne, pê qedrê yê ko wî xuliqandiye dişkînîne; lê yê ko dilê feqîrekî xweş dike, pê qedrê Xwedê mezin digire.
32Mirovê neçak bi destê xirabiya xwe tête xistin erdê; lê bihna yê dilpak di mirinê de jî vedibe.
33Di dilê bîreweran de eqilmendî pal dide: û tiştê ko di dilê netukesan de ye; xwe xuyanî dike.
34Edalet payeya nijadan bilind dike; lê guneh malxirabiya xelkê ye
35Qenciya Mîr digehe xulamê xwe ê bitevdîr û erna wî jî yên re; ko rê didin şermisariyê.
Currently Selected:
Methelokên 14: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947