Methelokên 17
17
1Pariyeke nanê tisî bi rahetî; çêtir e ji xwarina xaniyekî tejî goşt î têrteşxele.
2Xulamekî zêrek li ser kurê malê ê tiral axatiyê dike û mîratê de dikeve nav biran û ji xwe re parek hiltîne.
3Zîv di dîzikê de; zêr di êtûnê de têne ceribandin; lê yê ko dilê mirovan diceribîne Xwedê ye.
4Mirovê xerab guh dide gotînen devê xerab; û derewker bala xwe dide zimanê mifsidan.
5Yê ko henekê xwe bi bêçareyan tîne; qedrê yê ko, wî xuliqandiye dişkînîne; û yê ko bi perîşaniya yekî şa dibe bê ceza na mîne.
6Nevî taca bapîran e; û bav serbilindahiya zaroya ye.
7Gotinine hêja li sersemekî na yên û gotinine derewîn hêj bêtir li Mîra na yên.
8Diyarî li ber çavê yên ko ew dibin weke gewherekî ye û diyarîdayî ber bi kîjan alî ve jî rûyê xwe bide aqil tête hesibandin.
9Yê ko gunehên xelkê vedişêre li hevaltiyê digere; lê yê ko qala wan dike dostan dike dijmin.
10Tekdîrek li bîrewerekî; ji sed çoyî ko mirov li ehmeqekî daye bêtir diêşîne.
11Mirovê xirab li pevçûnan digere: lê qasidekî xedar dê bête rêkirin pêşiya di wî.
12Çêtir e ko mirov rastî hirçekê bê ya ko kutikên xwe winda kiriye û ne ko dînekî di dînîtiya wî de.
13Yê ko di pêşiya qenciyê de xirabiyê dike; xirabî dev ji mala wî bernade.
14Destpêka pevçûnê mîna berdana aveke xurt e; beriya ko pevçûn destpêbike dev jê biqere.
15Xwedê ji mirovên ko ji pakdilan re dibên xirab û ji xiraban re dibên pakdil dikerihe.
16Ma sersemê ko di destê wî de pere û dike pê eqilmendiyê bikire, bikêrî çi tê; ma ji xwe ne sersemek e.
17Hevalê qenc her hejî hevalê xwe dike û di tengasiyê de weke brayek e.
18Mirovê bêhisab bi gotinan, xwe girêdide û dibe kefîlê xelkê.
19Yê ko ji pevçûnê hez dike, hejî gunehan dike, û yê ko deriyê xwe bilind dike, li perîşaniyê digere.
20Yê ko dilxwar e tu cara qenciyê na bîne; û yê ko bi du zimana ye wê bikeve sefîliyê
21Ya ko dînekî aniye dinê, serê wê dê biêşe, û bavê dînekî kêfxweş na be.
22Dilekî şa dermanekî çak e; lê canekî xemxwar hestiyan ziwa dike.
23Mirovên xirab bi dizîka diyariya dibin û pê şîvereyên edaletê tevlîhev dikin.
24Eqilmendî di pêşiya mirovên hişyar de ye, lê çavê dîna li çep û rast dinêrin.
25Kurekî hêhiş şîna bavê xwe ye û diltehliya deya xwe, ya ko ew aniye dinê.
26Ne baş e ko ji salihan re hikmî cerîmê tête dayîn; û li camêran ji ber emelê wan ê rast bête xistin.
27Yekî bijîr di gotina xwe de nerm e, û mirovekî aqilmend sergiran e.
28Sersem bixwe heke devê xwe venekir aqil tête hesibandin, lê yê ko lêvên xwe digire mirovekî hişyar e.
Currently Selected:
Methelokên 17: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: