Methelokên 18
18
1Yê ko terkeserê dinyayê dibe, li daxwaza xwe digere û ji her tiştê bi rê dienire.
2Dînok ji eqilmendiyê hez na ke û tiştên ko di dilê wî de ne dike pêşxelkê bike.
3Gava mirovekî xerab tê derekê, pîsîtî, bêbextî, kêmanî û şermisarî pev re tên.
4Gotina devê camêran avine kûr in; û ji kaniya eqilmendiyê cobarine boş diherikin.
5Ne rast e ko mirov seba xatirê peyayên xirab û xirayî, heqê bêçare û pakdilan bişkînine.
6Lêvên dînokan rê didin pevçûnê û devê wî nav di lihevxistinekê dide.
7Devê dînokekî xesaran digihîne wî û lêvên di wî bixwe, kemînekê datîne pêşiya di wî.
8Axaftinên peyayên ko paşgotiniya xelkê dikin şîrîn tên guhdaran û dikevin kûrahiya zikên wan.
9Yê ko di xebata xwe de sistiyê dike, brayê wî peyayî ye ko wê xebatê xira dike.
10Navê Xwedê asegeheke qaim e; pakdil dikevinê û tê de pal didin.
11Dewlemendî ji bona xwediyan kelateke asê ye û ew bawer dikin qey bedenên di wê zehf bilind in.
12Berî helaketê mirov pozbilind dibe; û mirov beriya ko bigehe serfiraziyê divê barê xem û xebatê hilgire.
13Yê ko beriya ko bibihîse li pirsan vedigerîne, dînîtivekê dike û pê şermisar dibe.
14Di nesaxiyê de dilqewînî pişta mirova xurt dike; lê kî dikare yekî dilşikestî ji erdê hilîne.
15Dilekî bijîr hînî zanînê dibe û guhê eqilmendan li zanînê ye.
16Diyarî reya mirovan fireh dike û wan tîne pêşiya mezinan.
17Yê ko ê pêşîn dipeyive xwedîheq xuyanî dibe, lê ko dawadarê din hat; rastî li kû ye eşkere dibe.
18Bi pişkan doz û dehwa diqedin û pê di nav mezinan de qerar tête dayîn.
19Pevcûna biran zehmet e, ji kelatekê asêtir e û ji qiflên qesran xurttir e.
20Mirov ji fêkiyên devê xwe zikê xwe tejî dike; û ji hatinên lêvên xwe têr dibe.
21Mirin û jiyîn bi zimên ve girêdayî ne; û yê ko jê hez dikin ji fêkiyên di wî dê bixwin.
22Yê ko jinikekê peyda dike bextiyariyê peyda dike û digehe rehm û dilovaniya Xwedê.
23Feqîr bi nefisbiçûkahiyê devê xwe vedike, dewlemend bi nefsmeziniyê lê vedigerîne.
24Mana piraniya hevalan perîşanî ye, lê hin hene ji brayekî camêrtir in.
Currently Selected:
Methelokên 18: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: