Methelokên 19
19
1Çêtir e belengazê ko li ser reya xwe a rast diçe, ji yê ko devxwar û dînokek e.
2Tunebûna zanînê ji bona tu kesî ne rind e; û yê ko peyên xwe dilezîne li gunehan dikeve.
3Dînîtiya mirovekî reya wî şaş dike û pê dilê wî li ber Xwedê asê dibe.
4Dewlemendî zehf hevalan peyda dike, lê ji yekî belengaz heval direvin.
5Şahidê zor bê ceza na mîne; û yê ko derewan dike na filite.
6Xelk pesnê comerdan didin û hemî dostê wî peyayî ne ko diyariyan dide.
7Herwekî bra ji brayê xwe ê belengaz dikerihin, gelo hevalên di wî, jê bi çi qasî dûr diçin; belengaz hêviyan ji wan dike, lê ew li kû ne?
8Yê ko eqilmend bûye ji canê xwe hez dike; û mirovê hişyar bextiyariyê peyda dike.
9Şahidê zor bêceza na mîne û yê ko derewan dike wê perîşan bibe.
10Ji bona dîna rojine xweş ne şayeste ne, hêj kêmtir ko xulam axatiya Mîrekan bikin.
11Eqilmend di ernê de hêdi ne, û di qisûrên xelkê derbaz bûn serfiraziya wan e.
12Erna Qiralî weke dengê şêra ye, lê keremkariya wan mîna xunavan li ser serê giyan.
13Kurikekî gêj belayê serê bavê xwe ye, û jinikeke teşxelehebîn mîna dilopên sûlavekê ne.
14Ji dê û bav mal û xanî dimînin, lê jinikeke eqilmend diyariya Xwedê ye.
15Tiralî mirovan têxe xewnine giran, û canê bêhisab ji birçîna têşe.
16Yê ko pendan diparêze, canê xwe diparêze; lê yê ko bala xwe na de reya xwe, wê bimire.
17Yê ko arîkariya belengazan dike, deyin daye Xwedê; û Xwedê ji comerdiya xwe lê vêdigerîne.
18Heta ko hêvî lê ye, kurê xwe hînî rêz û rêzikan bike; lê li mirina wî me gere.
19Ernoyên har xesarê bibînin; tu wî jê xelas bikî jî; ew vedigerîn ve.
20Pendan bibihîse û hînî zanînê bibe da ko di jiyîna xwe a mayîn de eqilmend bibî.
21Di dilê mirovan de zehf daxwaz hene; lê tiştê ko dilxwaza Xwedê ye, pêk tê.
22Delalî û hêjabûna mirovan qencdiliya wan e, û belengazek ji derewkerekî çêtir e.
23Tirsa Xwedê digihîne jiyînê û pê mirov bi şev têr dibe û xirabî nîzingî lê na ke.
24Tiral destê xwe li firaxê davêjin, lê na yênin devê xwe.
25Li qeşmer û tevzekeran xe, pê bodile wê aqil bibin; lewman bike mirovên bijîr, ewê pê qedrê zanînê seh bikin.
26Yê ko zorê dide bavê xwe û deya xwe der dike kurikekî rûreş û bêbext e.
27Heke pend û şîret, te ji qeydeyên zanînê dûr têxin, dev ji wan berde.
28Şahidekî bêhiş henekê xwe bi rastiyê dike, û devê nekesan neheqiyê daqurtînin.
29Ji bona tevzakeran ceza li ber dest in; û ço ji bona pişta bêhişa ye.
Currently Selected:
Methelokên 19: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: