Methelokên 20
20
1Şerab henekker e, vexwarinine xurt têr xirûcir in, yên ko zehf jê vedixwin ne eqilmend in.
2Heybeta Mîra mîna qîrîna şêra ye, yê ko wî dienirîne; qesda canê xwe kiriye.
3Xwe ji pevçûnê dan alîkî şerefmendî ye, lê bêhiş hemî xwe davêjin teşxelan.
4Tiral dibêje zivistan e û cot na ke; û di wextê paleyiyê de, li zadî digere û tu tişt peyda na ke.
5Daxwaz di dilê mirovan de avine kûr in; lê mirovên hişyar dizane jê bikişîne.
6Piraniya xelkê xwe dipesinînin, lê gelo kî mirovekî pak wê peyda bike.
7Pakdil di reya xwe a rast de, rast dimeşe; kurên di wî pişt wî çiqas bextiyar in.
8Mîrê ko li ser textê edaletê rûniştiye bi çavê xwe hemî xirabiyan radike.
9Kî dikare bibêje: min dilê xwe paqij kiriye û ez ji gunehan safî bûme.
10Du texlît şihîn û du texlît pîvan; Xwedê ji her di wan dikerihe.
11Ji kirinên zarokekî jî tête sehkirin, heke ew ê bibe mirovekî rast û pak.
12Guhê ko dibihîse û çavê ko dibîne; her diwan jî Xwedê çêkiriye.
13Ji xewê hez me ke, ta ko belengaz me bî; çavê xwe veke tu ê têr nan bixwî.
14Kiriyar dibêje: ne ça baş e, ne baş e; lê ko kirî û çû kêfweş dibe.
15Pir zêr û mirarî hene; lê devê zanayan tiştekî qîmetdar e.
16Bistîne cilê peyayê ko dike bibe kefîl; û gerewan bibe ji mirovê ko dixwaze bibe kefîlê biyaniyekî.
17Nanê ko bi hîlan kete dest, şîrîn tê devê xelkê: lê dawî devê wan tejî kevir bibin.
18Daxwaz bi şîretan xurt dibe, ko şer dikî bi hisaban bike.
19Yê ko paşgotiniya xelkê dike, nependiyên xelkê dide pêşçavan; têkilî peyayên ko lêvên xwe vedikin me be.
20Çira mirovê ko lanetan li dê û bavê xwe dike: di tariya kwîr de wê bitemire.
21Mîrata ko bi lez û bez hatiye xistin dest; di dawiyê de bê xeyr û bereket e.
22Me bêje: ez ê xirabiya wî lê vegerînim; hêvîda rê Xudayê xwe bibe, Ew ê te jê xelas bike.
23Xwedê ji kêşanekê bi du texlîtan dikerihe û mêzîneke ne rast, tiştekî kirêt e.
24Xwedê gavên mirovan dide avêtin; lê gelo mirov dikare reya xwe seh bike.
25Di kirina weqfê de xweş bide eqlê xwe, û piştî nezrê mitalan me ke.
26Mîrekî eqilmend kêmbextan belavela dike, û çerxê di ser wan re diborîne.
27Canê mirovan çira Xwedê ne; roniya wê kûrahiya bedenan kifş dikin.
28Rastî û pakdilî Qralan diparêze û textê wan bi dilrehmî payedar dibin.
29Xurtiya xortan rûspîtiya wan e; û porên spî zîneta pîra ye.
30Êşa birîna ji bona mirovekî xirab dermanek e; herwekî tehliya lêdana ko diçe heta kûrahiya canî.
Currently Selected:
Methelokên 20: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: