YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 23

23
1Heke tu bi yekî mezin re xwarin dixwî, bala xwe bide tiştê ko li pêş te ye.
2Û heke tu zehf xwera yî kêrikek deyne qirika xwe.
3Minêkarî xwarinên wî ên tamzirav me be; ev xwarineke xapînok e.
4Bi qesda dewlemend bûnê xwe me êşîne, dev jê berde.
5Ma çavê xwe berdidî tiştên ke winda bibin? dewlemendî xwedî per û bask dibe û mîna qertelan ber bi ezmanan ve difire.
6Nanê peyayên çavhar me xwe û mirêkarî xwarinên wî ên çak me be.
7Ji ber ko xwarina wan mîna canê wan kirêt e; ji te re dibêje bixwe û vexwe; lê dilê wî bi tene pak e.
8Pariyên ko te xwariye tu ê vereşînî û tu gotinên xwe ên delal winda bikî.
9Li guhê dînekan tiştek me bêje; ew şehrezayi va gotinên te kêmî xwe dibînin.
10Derbazî sînorên kevin me be û me keve zeviyên sêviyan.
11Ji ber ko sermiyanê wan xurt e; û ew ê doz û dehwa wan safî bike.
12Dilê xwe veke pend û dersan; guhbide gotinên zanînê.
13Dest ji terbiyeta zaroyan me kişîne, heke te lê çoyek da, ew pê na mire.
14Tu bi çoyekî li wî dixî; lê pê dil û canê di wî ji mirinê xelas dikî.
15Kurê min, heke dilê te eqilmend e, pê dilê min jî şa dibe.
16Gava lêvên te rastiyê dibêjin pê bihna giyanê min vedibe.
17Dilê te bila gunehkaran me ecibîne; lêbelê tirsa Xwedê tim û daim di bîra te de be;
18Pê dawiya te baş bibe û hêviya te pûç dernakeve.
19Bibihîse, kurê min, eqilmend bibe û dilê xwe bide aliyê rastiyê.
20Têkilî peyayên ko pir şerabê vedixwin û zehf goşt dixwin me be.
21Ji ber ko serxweş û peyayên xwera belengaz dibin û cilên mirovên xewhebin çirandî ne.
22Guh bide bavê xwe yê ko rê da jiyîna te û dema pîrbûna wê de, qedrê deya xwe me şkînîne.
23Rastiyê bikire lê wê mefiroşe; minêkarî eqilmendî, û pend û şîretan bibe.
24Bavê mirovekî adil şa ye û yê ko dibe xwediyê kurikekî eqilmend dilşa dibe.
25Bila dê û bavê te kêfxweş bibin; û bila ya ko tu aniye dinê di şabûniyê de be . . .
26Kurê min, dilê xwe bide min; û bila çavên te li ser reyên min bên û pê şa bibe.
27Ji ber ko qehbik çaleke kûr e; û jîna biyaniyan bîreke tenge.
28Wê mîna nijdevanekî kemînan datîne û pê di nav mirovan de bêbext pirtir dibin.
29Axîn ji bona kê? Weyla min ê ji bona kê? Pevçûn ji bona kê? Gilî û girîn ji bona kê? Birînine bêhisab ji bona kê? Çavine sor ji bona kê?
30Ji bona yên ko ji tenişta şûşeyên şerabê ranabin; yên ko li şerabên tevlîhevkirî digerin.
31Me nêre rengê şerabê ê sor, û di badînê de li şiklê wê ê çeleng û yê ko xweş tête vexwarin.
32Di dawiyê de mîna marekî gez dike û mîna dûpişkekî vedide;
33Pê, çavên te li jinên biyaniyan binêrin û dilê te bi awakî fesadîn dê bipeyive.
34Tu ê bibî mîna mirovê ko li ser rûyê behrê razayî ye, weke peyayê ko li ser serê dîreka gemiyekê raketiye.
35Li min didin . . . laşê min na êşe . . . Li min xistine . . . ez pê na hesim . . . kengê ez ê ji xewa xwe hişyar bibim? . . . dixwazim ji nû ve vexwim,

Currently Selected:

Methelokên 23: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in