Methelokên 22
22
1Navekî baş ji dewlemendiyeke mezin çêtir e; rûmet ji zîv û zêran hêjatir e.
2Dewlemend û belengaz divê tevlîhev bibin, her du jî Xwedê afirandine.
3Eqilmend helaketê dibîne û xwe vedişêre; lê yê çavgirtî pêşve diçe û xesarê dibîne.
4Hatinên pakdilî û tirsa Xwedê; jiyîn, serbilindahî û dewlemendî ne.
5Stirî û kemîn di reya mirovên xirab de ne; lê yê ko ji canê xwe hez dike jê dûr diçe.
6Zaroyan hêj di piçûkahiya wan de bidin ser reya rastiyê; ko ew pîr bû jî, jê dernakeve.
7Dewlemend axatiya belengazan dikin û yê ko deyindar e; xulamê qerddayiyê xwe ye.
8Yê ko tovê xirabiyê direşîne xirabiyê diçine û çoyê erna wî dişkê.
9Mirovê ko nêrîna wî delal e digehe rehmê: ji ber ko ji nanê xwe dide belengazan.
10Qeşmer û tevzekeran biqewirînin; pê pevçûn diqede; û lihevxistin û qedirşkênandin disekine.
11Hevalê mirovê ko ji dilpaqijiyê hez dike û li ser lêvên wî gotinine delal hene, Qral e.
12Çavên Xwedê zanînê dihemîne; lê gotinên bêbextan tevlîhev dike.
13Tiral dibêje: ji ber ve şêr heye; ez di nav kûçe û kolanan de, wê bême kuştin.
14Devê qehbikan çaleke kûr e; û yê ko Xwedê jê eniriye lê dikeve.
15Dînîtî di dilê zaroyan de ye; lê çoya terbiyetê ewê jê dûr têxe.
16Yê ko belengazan têşîne da ko dewlemend bibe; û ji bona piştxurtiya xwe jî, ji malê neheqiyê dide mezinan, dawî dikeve zîvariyê.
17Guh bide, û gotinên eqilmendan bibihîse û zanîna min têxe dilê xwe.
18Rind e ko ev tişt di dilê te de bimînin û li ser lêvên te de bisekinin.
19Da ko tu pişta xwe bi Xwedê xurt bukî, min ev tişt bi te da zanîn.
20Ma min ji bona te pend û şîret ne da nivîsandin;
21Ji bona ko tu hînî tiştine ewle û gotinine rast bibî û ta ko pê bikarî li yê ko tu rêkiriye bi peyivine rast vegerînî.
22Malê belengazan, ji ber ko ew sist û bêçare ne mestîne; û feqîran di devê deriyê xwe de me êşîne;
23Ji ber ko Xwedê wê bibe dawadarê wan û canê yên ko malê belengazan standine wê bistîne.
24Meçe nik peyayên xeydê û bi zorkeran re me meşe;
25Da ko xirabiya di wî jê me girî û xerabiya wî me gehe canê te.
26Têkilî peyayên ko xwe bi gotinan girêdidin û kefiltiya xelkê dikin, me be.
27Heke te ev kir û ketiyî tengiyê, nivîna te jî, ji te dibin.
28Derbazî sînorên kevin yên ko bav û kalên te danîne me be.
29Heke te, di xebata xwe de mirovekî şehreza dît, bizane ko ew di tenişta Mîran de: wê bisekine; ne li ba mirovên hêkêr.
Currently Selected:
Methelokên 22: MKRPRO
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947

: