YouVersion Logo
Search Icon

Derketin 2

2
Bûyîna Mûsa
1Zilamekî ji Mala Lêwî bi keçeke ji eşîra xwe re zewicî. 2#Karên Şandiyan 7:20-21; Îbranî 11:23Jinik bi zaro ma û kurek anî. Jinikê dît ku lawik xweşik e. Loma wê ew sê mehan veşart. 3Çaxê dît êdî nikare wî veşêre, rabû selikeke hesîr anî, bi qîr û qetranê sewax kir, kurik tê de bi cih kir û li ber keviya Nîlê danî nav zilan. 4Xwişka wî ji dûr ve sekinî, lê nihêrî ka wê çi pê bibe.
5Keça Firewn, ji bo ku xwe bişo çû ber çêm. Xizmetkarên wê jî li ber çêm digeriyan. Çaxê wê di nav zilan de selik dît, xizmetkara xwe şand ku here bîne. 6Wê selik vekir û zarok dît. Kurik digiriya. Ew li ber wî ket û got: “Ev, zarokekî Îbraniyan e.”
7Xwişka kurik ji keça Firewn re got: “Gelo ez herim gazî dadikeke Îbranî ya berdergûş bikim ku were û ji bo te şîr bide vî kurikî?”
8Keça Firewn got: “Here gazî bike!” Keçik çû gazî diya zarok kir. 9Keça Firewn ji jinikê re got: “Vî kurikî hilde û ji bo min şîr bidê. Ezê heqê te bidim.” Jinikê kurik hilda û şîr dayê. 10#Karên Şandiyan 7:20-21Gava kurik mezin bû, wê ew ji keça Firewn re anî. Keça Firewn ew kir kurê xwe, navê wî Mûsa#2:10 Mûsa bi îbranî Moşê ye û peyva maşayê tîne bîrê ku tê wateya derxistinê. danî û got: “Çimkî min ew ji avê derxist.”
Mûsa direve Mîdyanê
11 # Karên Şandiyan 7:23-28, 35; Îbranî 11:24 Paşê Mûsa mezin bû, rojekê ew çû nav gelê xwe û barê wan ê giran dît. Wî dît ku yekî Misrî, li birayekî wî yê Îbranî dixe. 12Çaxê li dora xwe nihêrî û dît ku kes tuneye, wî yê Misrî kuşt û di nav sêlakê de veşart. 13Dotira rojê dîsa rabû çû derve. Dît ku du Îbranî li hev dixin. Wî ji yê neheq re got: “Tu çima li birayê xwe dixî?”
14Zilam jê re got: “Kê tu li ser serê me kirî serek û dadger? Wekî ku te yê Misrî kuşt, tu dixwazî min jî bikujî?” Mûsa tirsiya û di dilê xwe de got: “Êdî ev tişt kifş bûye.” 15#Karên Şandiyan 7:29; Îbranî 11:27Gava Firewn ev yek bihîst, li Mûsa geriya ku wî bikuje. Lê Mûsa ji ber wî reviya, çû diyarê Mîdyanê û li ser bîrekê rûnişt. 16Heft keçên kahinekî Mîdyanê hebûn. Hatin avê ku ji bîrê bikişînin. Wan cirn tije kirin ku av bidin pezê bavê xwe. 17Lê çend şivan hatin û ew ji wir qewitandin. Li ser vê yekê, Mûsa rabû, alîkariya wan kir û av da pezê wan.
18Gava keçik zivirîn hatin ba Reûêlê bavê xwe, wî ji wan re got: “Keçikno xêr e hûn îro zû hatin?”
19Keçikan got: “Zilamekî Misrî em ji destê şivanan rizgar kirin, ji bo me av kişand û da pezê me.”
20Wî ji keçikan re got: “Ka ew li ku ye? We çima ew zilam berda? Herin gazî bikin, bila were nan bixwe.”
21Mûsa razî bû ku li ba wî zilamî bimîne. Wî jî keça xwe Sîpporayê da Mûsa. 22Sîpporayê kurek anî. Mûsa navê wî Gêrşom#2:22 Gêrşom bi îbranî li wir xerîb e ye. danî û got: “Çimkî ez li welatekî din bûm xerîbek.”
23Gelek sal derbas bûn. Wext hat ku Padîşahê Misrê mir. Gelê Îsraêl hê jî di bin koletiyê de dinaliya û dikir hewar. Dem hat hewara wan gihîşt Xwedê. 24#Destpêk 15:13-14Xwedê nalîna wan bihîst, peymana ku bi Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re çêkiribû anî bîra xwe. 25Wî li gelê Îsraêl mêze kir û bala xwe da ser wan.

Currently Selected:

Derketin 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in