YouVersion Logo
Search Icon

Destpêk 10

10
Ziriyeta kurên Nûhê Pêxember
(Dîrok I, 1:5-23)
1Qeyda ziriyetên kurên Nûh, Sam, Ham û Yefet ku piştî tofanê kurên wan çêbûn, ev e:
2Kurên Yefet: Gomer, Magog, Meday, Yewan, Tûval, Meşex û Tîras. 3Kurên Gomer: Aşkenaz, Rîfat û Togarma. 4Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm. 5Bavkalên mirovên ku li keviyên deryayan dijîn ji wan in. Li welatên xwe li gorî zimanên cuda û di nav miletên xwe de li gorî eşîrên xwe belav bûne.
6Kurên Ham: Kûş, Misrayîm, Pût û Kenan. 7Kurên Kûş: Seva, Hawîla, Savta, Raema û Savtexa. Kurên Raema: Şeva û Dedan. 8Kûş bavê Nemrûd bû. Nemrûd li ser rûyê erdê mêrxasê pêşî bû. 9Ew li pêş Xudan nêçîrvanekî mêrxas bû. Ji ber vê yekê dibêjin: “Wekî Nemrûd nêçîrvanekî mêrxas ê li ber Xudan.” 10Di destpêkê de Nemrûd di welatê Şînarê de li Babîl, Erek, Akkad û li Kalnêyê padîşahî kir. 11Ji wir derbasî Aşûrê bû û bajarên Nînowa, Rehovot-Îr, Kalah 12û Resen a ku di navbera Nînowa û Kalahê de ye ava kirin. Kalah jî bajarekî mezin bû. 13Misrayîm bavkalê Lûdiyan, Enamiyan, Lehaviyan, Naftûhiyan, 14Patrûsiyan, Kaslûhiyan û Kaftoriyan bû. Filîstî ji Kaslûhiyan hatin.
15Kenan bavê kurê xwe yê pêşî Sîdon#10:15 Sîdon bavkalê Saydayiyan bû û Hît bû#10:15 Hît bavkalê Hîtîtiyan bû. 16Herwiha ew bavê Yevûsiyan, Amoriyan, Gîrgaşiyan, 17Hîwiyan, Erqiyan, Sîniyan, 18Arwadiyan, Semariyan û Hamayiyan bû. Piştre binemalên Kenaniyan belav bûn. 19Sînorê Kenaniyan ji Saydayê heta Gerara û Xezayê û ji wê jî heta Sodom û Gomora, Adma û ber bi Sevoyîmê ve heta Laşayê fireh bû. 20Kurên Ham ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bûne ew in.
21Kurên Sam jî çêbûn. Sam kekê Yefet û bavkalê hemû ziriyeta Êver bû. 22Kurên Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd û Aram. 23Kurên Aram: Ûs, Hûl, Geter û Maş. 24Arpexşad bavê Şelah bû. Şelah bavê Êver bû. 25Du kur ji Êver re çêbûn. Navê yekî Pêlêg#10:25 Pêlêg tê wateya belavbûnê bû, çimkî di dema wî de mirov li ser rûyê erdê belav bûn. Navê birayê wî Yoqtan bû. 26Yoqtan bavê Almodad, Şelef, Hasar-Mawet, Yarah, 27Hadoram, Ûzal, Dîqla, 28Oval, Avîmaêl, Şeva, 29Ofîr, Hawîla û Yovav bû. Ev hemû ji ziriyeta Yoqtan bûn. 30Herêma ku ew lê dijiyan, ji Mêşayê heta Sefara li herêma çiyayî ya rojhilat fireh dibû. 31Kurên Sam ên ku li welatên xwe û di nav miletên xwe de li gorî binemal û zimanên cuda belav bibûn, ev in.
32Di nav miletên xwe de, li gorî qeydên xwe, ziriyetên kurên Nûh ev in. Hemû mirovên ku piştî tofanê li ser rûyê erdê belav bûne, ji wan in.

Currently Selected:

Destpêk 10: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in